Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tiramp, em nizanin li Îranê de em ligel kê rûbirû ne, kes naxwaze bibe rêber

11:12 - 2 Gulan 2026

Donald Tiramp, Serokomarê Amerîka, li gotareke nû de li Filorîda ragehand ku êrîşên serbazî ên welatî wî bo ser Îranê berdewam in û amanca wan guherîna bingehîn a hevkêşeyan e.

Tiramp bi amajedan bi vê ku rêgirî li destpêregheştina Îranê bi çeka etomî dikin, tekezî kiriye ku hêza esmanî û deryayî a wî welatî bi temamî hatiye ji karxistn.

Wî rewşa navxwe ya Îranê bi, tevlîhev bi nav kir û got, em bi dû rêberekê de digerin bo gotubêjê, lê wa xûyaye ku kes naxwaze wê berpirsiyaretê bikêşê sitûyê xwe.

Tiramp herwisa behsa vê yêkê kir ku Amerîka li gevriya Hormozê de bi tundî çavedêriya hinartina neftê dike û bi birîna demarên darayî, givaşa abûrî a bê mînak çê kiriye, wî bi awayekî henek got ku Amerîka niha wekî “dizê deryayî” dest bi ser neftkêşan de girtiye û eva jî wisa kiriye ku Îran pêgeha xwe wekî şiltaxê deverê ji dest bide.

Herwisa Tiramp ragehand ku bo berdewambûna êrîşên serbazî pêwîstî bi îzn û mohleta kongirê nîne û biryardan li vê derheqê ve tenê li desthilata dewletê de ye.