“Scott Bessent” Wezîrê Xezînedariya Amerîka li civîna roja Sêşemî 19ê Gulanê ya taybet bi rawestan li hember dabînkirina malî ya terorîzmê li bajarê Parîsê, daxwaz ji hevpeymanên Ewropayî kir ku çavkaniyên malî yên rêjîma Îranê bikin armanc.
Navbirî li vê civînê de got: “Amerîka li rûberûbûn digel terorîzma ku çavkaniya vê bi taybet ji aliyê rêjîma Îranê ve ye bi ti awayekê bi tenê nîne, lê gelek caran li hewldanên xwe bo rawestan û sekinandina terorîzmê em bi tenê mane”.
Wezîrî Xezînedariya Amerîkayê daxwaz ji hevpeymanên xwe yên Ewropayî kir ku bi jinavbirina tevav a çavkaniyên dabînkirina malî ya terorîzma rêjîma Îranê yên wek kompaniyên sexteyên wan li Ewropayê, an torên bankî yên sîberên wan li seranserê Rojhilata Navîn û kartelên madên hişber li rojhilata vê, li hember de bisekinin.