Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Vance: Amerîka dîplomasiyê baş dizane, lê em ji bo destpêkirina şer bi tevahî amade ne

10:57 - 20 Gulan 2026

JD Vance, Cîgirê Serokê Amerîka, bi ragihandina ku hikûmeta Donald Tiramp hîn jî çareseriya dîplomatîk ji bo çareserkirina kêşa ligel Îranê baş dizane, got: "Lê welatê me bi tevahî amade ye ku ji bo pêşî girtina Tehranê bo geheştina bi çekên navokî, şer ji nû ve bide destpêkirin."

JD Vance got: Amerîka pêbend e ku rê li ber gihîştina Îranê ya bi çekên navokî bigre; ji ber ku eger tiştekî wiha biqewime, dê pêşberkêyekî çekdarî ya navçeyî rû bide ku ew jî dê ewlehiya cîhanê têk bide.

Cêhgirê serkomarê Amerîka got: di niha de Serok ferman daye me ku em bi awayekî êrîşkarane ligel Îraniyan danûstandinê bikin."

Vance herwisa tewzîh kir: "Em tu rêkeftinekê qebûl nekin ku rê bide Îraniyan ku bibin xwediyê çeka navokî. Ji ber vê yekê, wekî ku Serok her niha ji min re got, em di rewşa amadebûna tam de ne."