Mayke Waltz, Balyozê Amerîkayê li Neteweyên Yekgirtî de ragihand ku çavkaniyên darayî yên rejîma Îran ber bi xilas bûnê ve diçin û aboriya wê jî ji hilweşînê nêzîk e.
Waltz ragihand ku Komara Îslamî li şûna ku helwêstek nû û aştiyane hilbijêre, dest bi êrîşên berdewam û bêbakane li dijî binsaziyên medenî yên berqê kiriye û hîn jî li ser gihîştin bi çeka navikî mukum e; ew çeka ku dikare cîhanê bixe nav tarîtiyê de.
Balyozê Amerîkayê bal kişande ser vê yekê ku: Em nikarin vê yekê qebûl bikin û em ti carî razî nebin.
Herwisa hevdem, “Sikat Bêsênt”, Wezîrê Xezînedariya Amerîkayê, roja Sêşemî 29’ê Banemêrê di civîneke taybet a hember derketin li dijê terorîzmê li Parîsê ragihand ku wezareta wan, rejîma Îranê ji beşek girîng a dahatan bêpar kiriye; ew dahatên ku bi gotina wî ji bo “bernameyên çekdarî, girûpên terorîstî yên niyabetî û bernameyên navokî tên bikaranîn.”
Wezîrê xezînedariya Amerîkayê herwisa got ku Amerîka karîye rê li gihîştina dehan milyar dolar ji dahatên pêşbînîkirî yên neftê bigire ku bo Komara Îslamî ya Îranê dihat şandin.