Donald Tiramp, Serokkomarê Amerîka ji endamên Kongreyê re ragihandiye ku welatê wî dê şerê ligel Îranê pir bi lez bi dawî bîne. Hevdem çend demjimêran piştî rawestandina êrîşên plansazkirî yên roja Sêşemê yên li ser Îranê, Tiramp ligel tîma bilind a ewlehiya neteweyî ketiye civînê û bijardeyekî serbazî gotûbêj kirine.
Tiramp ragihandiye ku li pêşiya Tehranê tenê "du sê roj" dem ji bo pêşveçûna dîplomasiyê heye.
Li gorî jêderan, paşvekişandina demkî ya Tiramp ji êrîşê, ji ber pêşniyar û daxwaza serokên çend welatên Erebî yên Kendavê bûye ku ji êrîşên tolhildanê yên Îranê yên li ser jêrxaneyên wan ên neftê ditirsiyan.
Di wê civînê de berpirsên bilind ên wekî JD Vance, Marco Rubio û serokê CIAyê beşdar bûne.
Navbeynkar hewlan didin ku Îranê razî bikin da ku li hember daxwazên navokî yên Amerîkayê de nermbûnê nîşan bide. Ev di demekê de ye ku Tiramp hişyarî daye: "Tê texmînkirin ku em neçar bibin derbeyeke mezin a din li Îranê bixin." Tiramp ji meha Şibatê viradetir, herî kêm şeş caran êrîşên li ser Îranê paşxistine.