Alêksos Girînkowîç, Fermandeyê bilind ê “NATO” yê li Ewropayê, ragihand ku hêj ti planek ji bo destwerdana vê peymanê di rewşa Tengava Hormozê de nîne.
Wî got ku li ser rola îhtimalî ya “NATO” yê di baştirkirina rewşa Tengava Hormozê de fikir kiriye lê tekezî li ser vê yekê kir ku hêj di vê mijarê de ti biryara siyasî nehatiye dan û ti planek operasyonaî dest pê nekiriye.
Vî berpirsê leşkerî di nav kombûna rojnamevanan de got: gelo li ser vê yekê difikirim? Bêguman! Lê heta ku biryara siyasî neyê dan ti plan û nexşeyek jî me ber destê nîne.
Girînkowîç herwisa got ku welatên endam yên “NATO”yê niha li ser çawahiya bersivdana li rewşa Tengava Hormozê dixebitin û hin ji wan keştiyên şer ber bi herêmê ve şandine.
Wî bal kişand ser vê yekê ku parastina azadiya keştivanî li avên navneteweyî ji bo endamên “NATO”yê re girîng e.
Dîplomatên Ewropî jî gotine ku ji ber nakokiyên hindirî di nav endaman, rola berfireh a “NATO”yê li Tengava Hormozê sînordar e herçend egera beşdarbûn di operasyonên bi serokatiya Feranse û Amerîkayê bas hatiye kirin.