Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şêwreya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî êrîş bo ser binkeya navokî ya Îmaratê şermezar kir

11:28 - 20 Gulan 2026

Roja Sêşemê endamên Şêwreya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ku Rûsya jî di nav de ye, êrîşa dironî a vê dawiyê ya li ser binkeya navokî ya "Berake" li Îmarata Yekbûyî ya Erebî şermezar kirin.

Ev êrîşa dironî ku tu grûpekê berpirsiyariya wê negirtiye ustiyê xwe, roja Yekşemê jeneratoreke elektrîkê li nêzîkî yekemîn binkeya navokî ya cîhana Erebî li Berake li Ebû Zebî armanc girt û bû sedema agirpêketinê, lê tu xisar an jî rûdana lêçona mateyên radyoaktîf li pey xwe nexist.

Di heman çarçoveyê de Vasiliy Nebenzya, balyozê Rûsyayê li Neteweyên Yekbûyî got:

"Êrîşên ku saziyên navokî yên aştîxwaz li her welatekî cîhanê armanc digrin, bi tevahî nayên qebûlkirin."

Wî bêyî ku navê tawanbarên vê êrîşê bîne ziman, wiha berdewam kir: "Di vê çarçoveyê de, welatê me “Rûsya” kiryarên kesên ku êrîş birine ser vê vizegehê û li ser xaka Îmarata Yekbûyî ya Erebî û bi vî rengî alozî zêde kirine, bi tundî şermezar dike."

Wî di heman demê de îdîa kir ku eger şerê Dewletên Yekbûyî û Îsraîlê yê li dijî Komara Îslamî rû neda ba, dibe ku ev êrîş jî pêknehatiba.