Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha Pasdaran hişyarî da: Dê şer ber bi derveyî navçeyê ve berfireh bibe

11:50 - 20 Gulan 2026

Spaha Pasdaran a terorîst bi belavkirina daxuyaniyekê gef kir ku ger şerê Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê ji nû ve dest pê bike, dê şer "ber bi derveyî navçeyê ve bikişe."

Di daxuyaniyê de, bi amajekirina bi gefên Donald Tiramp û berpirsên Îsraîlê yên ji bo êrîşkirina li ser Îranê, hatiye gotin: "Eger destdirêjiya li ser Îranê dubare bibe, şerê navçeyî vê carê dê ber bi derveyî navçeyê ve bikişe û derbeyên me yên giran li cihên ku hûn xeyal nakin, mala we kawil bikin."

Ebas Iraqçî, Wezîrê Derve yê Îranê jî di bersiva daxuyaniyên bi gefe Donald Tiramp, yên derbarê egera destpêkirina dîsa ya êrîşa serbazî li ser Îranê, li ser tora civakî ya X weha nivîsiye: "Bi wan dersên ku em hîn bûne û vê zanîna ku me bi dest xistiye, xatircem bin ku vegera bo meydana şer dê we digel bûyerên nû rûbirû bike."

Donald Tiramp, Serokê Amerîka, duh ragihandibû ku di dema herî nêzîk a êrîşa serbazî ya dîsa li ser Îranê de, wî li ser daxwaza welatên navçeyê, fermana sekinandina êrîşê daye.