Ebas Êraqçî, Wezîrê Karên Derve yê rêjîma Îranê ragihand ku eger hinek şertên me ji aliyê Amerîkayê ve bên cih, Tehran amade ye ji bo dawîpêanîn bi şer û berdewamkirina pêvajoya dîplomatîk bikeve nav danûstandinan.
Êraqçî ragihand ku Îran wê demê amadeyî danûstandinan bibe ku "daxwazên tundrewane, zimanê gefxwarinê û kiryarên handerane ên aliyê Amerîka" bên guhertin.
Hevdem digel vê yekê, Serokkomarê Amerîkayê Donald Trump jî ragihandiye ku ew ji pêşniyara dawî ya Komara Îslamî ya Îranê ji bo gihîştina bi lihevkirinê û bidawîkirina pevçûnan, ne razî ye.
Di demekê de ku aloziyên navbera Îran û Amerîkayê berdewam dikin, Êraqçî tevgerên xwe yên dîplomatîk zêde kirine. Ew bi rêya peywendiyên telefonî yên cuda digel wezîrên karên derve yên 6 welatên herêmê, helwestên rêjîma Îranê li ser şer û êrîşên Amerîka û Îsraîlê de gihandiye wan.
Êraqçî di peywendiyên digel wezîrên karên derve yên Tirkiye, Misir, Qeeter, Erebistana Siûdî, Iraq û Komara Azerbaycanê de, nûtirîn helwestên Komara Îslamî di vî warî de aniye ziman.
Li gorî raporan, Êraqçî herwisa roja înê digel Kaya Kallas, Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê jî axivî ye.
Danûstandinên Amerîka û Îranê gihîştine astê binbestê û alozî niha veguherîne bi "şerekî aborî".
Amerîka niha benderên Îranê dorpêç kirine û rê nade ku Komara Îslamî Neftê hinarde bike.