Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara 518 an a Rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye, hat weşandin

12:05 - 22 Gulan 2026

Di hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de gotarên nivîskar û xebatkaran û mijar û helwêstên PDKÎ hatine weşandin ku hejmara 518 a Agirî de, ev mijar hene:

Li rûpela ewilî de, Manşêt- Li jê nave “Hêz û helwêst ji ku çavkanî digre?” hatiye weşandin.

Rûpela 2 – Mistefa Hicrî: Rejîmekî îdeolojîk guhertin bi ser de nayê, û herwisa rapora hevdîtina Sekreterê Giştî yê Hizba Demokrat digel du endamên Parlamena Swêdê hatine weşandin.

Rûpela 3 – gotara - Şerê Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê "şerê me ye" yan "derfet e"?

Ji nivîsa Dr. Mîro Eliyar.

Rûpela 4 – Gotara - Hewcehiya rawestana li dijî darvekirin û parastina canê girtîyên siyasî!, Ji nivîsa Îbrahîm Lacanî û Wergêrana Sîmîn Rûhanîzade.

Rûpela 5 de gotarek li jêr nave “Rêjîma demkuj” ji nivîsa Azad Kurdî hatiye weşandin.

Rûpela 6 – gotara - Gola Urmiyê, Di navbera mirina siyaset û jiyana xwezayê de, ji nivîsa Serbest Urmiyê.

Rûpela 7 ê de gotara - Serokwezîrê nû yê Îraqê heya çi qasekê dê bikare serbixwe biryarê bide?, ji nivîsa Eskender Ceiferî.

Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de çend gotin û Nêrîna lîderan jî têne dîtin.

Rûpela 8 a Agirî ku taybet bi hevpeyvîna Agirî ye, di vê hejmarê de Sîmîn Rûhanîzade li ser rewşa hindiriya xelkê Îran û Rojhilatê Kurdistanê piştî şerê vê dawiyê û tepeseriyên rejîma Îranê hevpeywînek digel rêzdar Dr. Mecîd Heqî Çalakvanê Siyasî encam daye.

Rûpela - 9 - Gotara - Lihevkirina bêdeng a di navbera zilhêzan de, gelo Çîn xwe ji Îranê dûr dixe?, ji nivîsa Hesen Mukerem.

Rûpela 10 –Gotara - Penceşêr, Zextên Civakî û Pîvanên Siyasî yên Jiyanê li Îranê, ji nivîsa Sefiye Xalidî.

Rûpela 11- Agirî, çend nûçeyên binpêkariya mafê mirov ji aliyê rêjîma komara îslamiya Îranê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de, dikevne ber çavê xwênerên rêzdar.

Rûpela 12- dawî rûpela hejmara 518 a Rojnameya Agirî, postêrek e li jêr navê “Ji nû ve jiyan, Dema ku mirna sitemkaran jiyanê ji nû ve divejîne”, ku temsîla hişikbûna Gola Urmiyê dike, ev postêr jî wekî her car bi terahî û dîzaynêriya Serbest Urmiye hatiye amadekirin.

Rojnama Agirî ji aliyê Xelîl Mîlanî ve tête dîzayînkirin.

Desteya Agirî spas û destxweşiyê ji hemî wan kes û nivîskar û xebatkaran dike ku Agirî bi ked û zehmet û nivîsên wan tête xemilandin.

Xwandevanên hêja hûn jî dikarin bo xwendina mijar û gotarên Rojnama Agirî, û dagirtina faîla PDF a Rojnameya “Agirî” serdana vê Lînkê bikin.