Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komarîxwazan dengdana li ser biryarnameya bidawîanîna şerê li dijî Îranê betal kirin

12:46 - 22 Gulan 2026

Komarîxwazên Meclîsa Nûneran a Amerîka, dengdana li ser biryarnameya sînordarkirina desthilatên şer ên serokkomar betal kirin, ku armanca wê bidawîanîna şerê Amerîkayê yê li dijî Îranê bû, bi vî rengî dengdana li ser wê pirsê ji bo meha Hezîranê hat paşxistin.

Projeya vê biryarnameyê ji aliyê Demokratan ve hatibû pêşkêşkirin, ew di wê baweriyê de ne ku Komarxwazan tenê ji ber wê yekê dengdan betal kirine, ji ber ku piştrast bûn ku ji bo redkirina projeyasayê dengên hewce di destê wan de nînin.

Komarîxwazan heta niha bi awayekî berfireh piştgirî dane hewldanên Donald Trump bo ji navbirina şiyana etomî ya Îranê, lê di niha de beşek ji nûnerên nav wê hizbê dibêjin ku mohleta yasayî ya serokkomar bo destpêkirina şer bêyî razîbûna Kongreyê bi dawî bûye.

Li gorî yasaya desthilatên şer ku di sala 1973an de hatiye pejirandin, serokkomarên Amerîkayê berî ku Kongre rêpêdana fermî bi bikaranîna hêza leşkerî bide bo çûna nav her pevçûneke leşkerî, tenê 60 roj mohlet di destê wan de heye.