Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Volker Türk: Komara Îslamî rewşa şer bo tepeserkirina neyarên navxweyî bi kar tine

12:47 - 22 Gulan 2026

Roja pêncşemê 31ê Banemerê, Komîseriya Bilind a Mafên Mirov a Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, sêdaredana du girtiyên din li Îranê şermezar kir û nîgeraniya xwe ya kûr bo li wê derbarê de da xuyakirin.

Volker Türk, Komîserê Bilind ê Mafên Mirov, Tehran tometbar kir ku alozî û rewşa şer a ligel Amerîka û Îsraîlê wek hincetekê bo tundkirina tepeserî û bêdengkirina dengên nerazî yên navxweyî yên welat bi kar tîne.

Nivîsîngeha Volker Türk di daxuyaniyekê de ragihand, ji dema destpêkirina aloziyên leşkerî ve, herî kêm 34 kes bi tometên siyasî û yên pewendîdar bi ewlehiya neteweyî ve, di nav wan de jî ji ber pişkdariya wan di xwepêşandanên meha Befranbarê de, hatine sêdaredanê. Neteweyên Yekbûyî tekez kir ku mifahwergirtina ji aloziyên derve ji aliyê berpirsên Komara Îslamî ve bo bêdengkirina dengên nerazîbûnê, bi çi awayekê nayê qebûlkirin.

Ev helwesta tund a navdewletî piştî wê yekê tê ku roja pêncşemê 31ê Banemerê dezgeha tepeserkar a bi navê dadweriya rîjîma Îslamî ya Îranê du girtiyên siyasî yên kurd bi navên "Ramîn Zile û Kerîm Me'rûf-pûr" sêdarê dan.