Li gorî raporan, hevdem digel şerê Amerîka û Îsraîlê li dijî rêjîma Komara Îslamî, rêjîmê asta darvekirina girtiyên siyasî û ewlehiyê bi awayekî metirsîdar zêde kiriye.
Li gorî rapora "HRANA"yê ji destpêka êrîşên li ser Îranê di 28ê Şibata 2026an de, %71ê hemû darvekirinan taybet bi girtiyên siyasî û ewlehiyê bûne.
Ev rapor balê dikişîne ser wê yekê ku di dema 65 rojên ji dema destpêkirina şer heta niha, herî kêm 31 darvekirinê hatine tomarkirin ku 22 ji wan girtiyên siyasî û ewlehiyê bûn.
Li gorî HRANAyê, dezgeha bi navê dadwerî ya rejîmê bi lezeke bêmînak mijûlî derxistina hukmên mirinê û bicihanîna wan e, bi taybetî ji bo girtiyên xwepêşandanên Befranbara 1404an.
Di vê çarçoveyê de, navên 10 ciwanên darvekirî û 16 kesên din ên ku hukmê sêdarê bo wan hatiye birîn hatine weşandin; ku piraniya wan ji mafê hebûna parêzer û dadgehkirina dadperwerane bêpar bûne.
Dadwerên wekî "Îman Efşarî" û "Ebûlqasim Selewatî" wekî mirovkujên sereke yên dezgeha dadwerî ya rejîmê hatine naskirin ku herî zêde hukmên mirinê ji bo neraziyan derxistine.
Ev rewş nîşan dide ku rejîma Îranê şer wekî derfetek ji bo "tolhildana siyasî" û jinavbirina dijberên navxweyî bikar tîne.
Ev amara di demekê de ye ku, îro "Nasir Bekirzadê" girtiyê siyasî yê Kurd û "Yeqûb Kerîmpûr" girtiyê siyasî yê Tirkê Yarsan, ji aliyê rejîmê ve hatin darvekirin.