Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sepandina cezaya bidarvekirinê bi ser du birayên temen 20 salî

13:39 - 1 Hezîran 2026

Li berdewamiya sepandina ceza û tohmetên bê binema yên dezgeha bi nav Dadwerî ya rejîmê, du birayên cemik yên temen 20 salî, bi navên, “Hesen Emîrî û Hûsên Emîrî” bi tohmeta sîxûrî bo Îsraîlê ji aliyê Dadgeha Şoreş ya rejîmê li Tehranê , cezaya bidarvekirinê bi ser wan de hatiye sepandin.

Li gorî raporta Ajansa Mafê Mirov a “Hêrana”yê, di nava tohmetên ew du ciwanan de tenê hebûna çend wêneyek ji avahiyek zirardîtî di nav telefona wan de kirine binemaya sepandina tohmeta giran a sîxûrî yê.

Ev hukim ji aliyê dadwer  “Îman Efşarî” Serokê taya 26 a Dadgeha Şoreşa rejîmê li Tehranê hatiye sepandin.

Ew du bira ku ji temenê du saliyê ve li navendên bê serperestan de, mezin bûne û tu kes û tu karek jî nebûne bo lipeyketina dosiyeyan wan, û ev di bazgehekê de hatine girtin û piştî du meh ragirtinê, niha bi cuda li benda 35 a girtîgeha Qizilhisara Kerecê de hatine ragirtin û metirsya cîbicîkirina cezaya wan gelek micit e.

Benda 35 ku berê wekî cihê qerentîneya  pêş bidarvekirinê dihate bikar anînin, lê niha tejîye ji girtiyane, ku di bin givaşek giran a hindirî û cesteyî, qerebalixiya û bê parbûn li mafên destpêkî û reftara tundûtîjane de ne.