Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa dijwar a zarokan li Îranê di Roja Cîhanî ya Zarokan de

13:41 - 1 Hezîran 2026

Digel 1’ê Hezîranê “June”, Roja Cîhanî ya Zarokan, raporên mafên mirovan behsa binpêkirina berfireh û sîstematîk a mafên zarokan ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve dikin.

Li gorî raporên navendên mafên mirovan, binpêkariyên rejîma Îranê li dijî zarokan gelek alîyên metirsîdar ji xwe digire; yek ji wan cîbicîkirina cezayê darvekirina ev zarokên ku di dema encam dana tawanan temenê wan di bin 18 saliyê  de bûye. Ev yek jî binpêkariyên eşkere ya peymanên navneteweyî tê hisab kirin.

Herwisa di van raporan de behsa bikaranîna zarokan di xul û çalakiyên leşkerî û îdeolojîk de wekî Besîcan, û herwisa zêdebûna sepandina zewicîna pêşwexte û bi zorê bi ser zarokên keç de, û rêjeya bilind a karkirina zarokan li ser şeqam û kargehên Îranê tê kirin.

Herwisa di heman demê de, afirandina astengiyan di pêvajoya dana nasnameyan bi wan zarokan ku dayîk û babe  wan dixwazin navên neteweyî û ne-farisî (wekî Kurdî, Belûcî û Tirkî) bo zarokên xwe danên, û eva jî wek nimûneyeke din a cudakariyên neteweyî û çandî ya rejîmê nîşan dide.