Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Darvekirina du girtiyên siyasî ên Kurd xelkê Qurwê li Kerecê

13:37 - 1 Hezîran 2026

Komara Îslamiya Îranê di berdewamiya bidarvekirinên sîstematîk bo tirisandina civatê, cezaya bidarvekirina du welatiyên Kurd xelkê Qurwê yên bi navên, “Mêhrdad Mihemedniya û Eşkan Malîkî”, li girtîgeha “Qizilhisar” a Kerecê de cîbicî kir.

Dezgeha bi nav dadwerî ya rejîmê bi hêceta çewaşekarane wekî, şewitandina Mizgeftê û têkdana ewlehiyê, li nerizayetiyên meha  Befranbarê de, darvekirina ew du ciwanan ragihand .

Rejîma Îranê serhildana medenî a xelkê girê dide bi gefên derekî heya bikare hêcetekê bo tepeserkirina neraziyan bîne, bi awayekî ku serokê dezgeha bi nav dadwerî ya rejîmê daxwaza dadgeha bilez û bê rehmane a girtiyan kiribû.

Ew du ciwanên Kurd di demekê de hatin bidarvekirin ku ji hevdîtina dawî digel malbatê û mafê detpêregiheştin bi parêzerê serbixwe hatibûne bê parkirin û dadgehîkirina wan dûr bûye ji kêmtirîn pêwerên yasayî.

Pêla bidarvekirinê li Îranê de piştî şerê wê dawî gehiştiye zêdetirîn astê û aliyê kêm 39 girtiyên siyasî jî hatine bidarvekirin.

“May Sato” Raportera taybet a neteweyên Yekgirî, tekezî kiriye ser vê yekê ku rejîm bidarvekirinê wek amraza çêkirina tirs û tepeserkirina nerizatiyan bikar tîne.

Ew tawana nû yên rejîmê dijî ciwanên Kurd di demekê de ye ku Civatgeha Navdewletî û Serokomarê Amerîka jî daxwaza ragirtina bidarvekirinan kiribû, lê rejîm bo mana xwe, tenê rêçarê li xiwîn rijandinê de dibîne.