Roja Şemî, 9ê Cozerdanê, bi destpêşxeriya beşa Pêwendiyên Komîteya hizba Demokrat a Kurdistana Îranê û Saziya Mala Kurd, kombûnek hevbeş a hêzên siyasî yên her çar perçeyên Kurdistanê li welatê Biljîkê birêve çû.
Kombûn bi sirûda netewî ya Ey Reqîb û xulekek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqij yên şehîdên Kurdistanê, bitaybet şehîd Mocteba Weysî û Mêysem Weysî destpê kir.
Di despêkê de “Seidûn Behramiyan û Beha Îbrahîmî ” tekezî xiste ser girîngiya yekrîzî û hevkariya aliyên Kurdî û gihandina dengê gelê Kurd bi navendên Ewrûpî û dewleta Biljîkê.
Piştre nûnerên aliyên siyasî nerînên xwe behs kirin û di dawiyê de bi fermî biryar dan ku , Komîteya hevkariya hêz û aliyên Kurdistanî, di vî welatî de avabikin .
Aliyên beşdar yên wê kombûnê wiha ne, Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, Sazmana Xebat, Komeleya Şoreşgêr, Yeketiya Jinên Demokrat, Saziya Mala Kurd, Partiya Pêşvero û Partiya Yeketiya Demokrata Kurd (Rojava) Partiya Sosyalîsta Kurdistan (Bakûr) û Komeleya Zagrosê.