Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sê ciwanên Kurd xelkê Derreşarê cezaya girtîgehê bi ser wan de hate sepandin

10:16 - 1 Hezîran 2026

Sê ciwanên xelkê bajarê Derreşar ser bi parêzgeha Îlamê û akinciyê Kerecê, bi navên “Mihemed Emîn Şemsî, Emîr Emrayî û Kamyar Emrayî” ku li dema nerizatiya seranserî a meha Befranbara derbasbûyî de hatibûne girtin, ji aliyê dezgeha bi nav dadweriya rejîma Îranê ve cezaya girtîgehê bi ser wan de hate sepandin.

Li gorî raporta Saziya Mafê Mirov a “Hengaw”ê, di rojên derbasbûyî  de Mihemed Emîn Şemsî 29 salî, Emîr Emrayî 23 salî, Kamyar Emrayî 22 salî, ji aliyê yek li tayên dadgeha Şoreş ya rejîmê li Kerecê, bi ser her yek ji wan 3 sal û yek meh girtîgeh sepandiye.

Hengawê ragihand ku ev ceza bi fermî li nav girtîgeha “Qizilhisar”a Kerecê bi wan sê welatiyên nerazî hatiye ragehandin.

Ew sê ciwanên Kurd, roja Înê 19ê Befranbara 1404an a Rojî . Li dema xwepîşandan û nerizayetiyên seranserî de ji aliyê hêzên ewlehî ên rejîmê ve hatine binçavkirin û piştî derbasbûna çar heyv li bêparkirina wan li mafên destpêkî, heya niha li beşa giştî a girtîgeha Qizilhisar a Kerecê de hatine ragirtin.