Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bilindbûna enflasyona aborî û metirsiya peydabûna kirîza kêmxwariniyê li Îranê

13:40 - 1 Hezîran 2026

Digel bilindbûna dubare ya nirxa şîr û berhemên şîrî û kêm bûna hêza kirîna xelkê, pisporên tenduristiyê hişdarî didin ku li Îranê kirîza kêmxwarinê dikare peyda bibe.

Li gorî amarên fermî, rêjeya bikaranîna salane ya berhemên şîrî li Îranê ji bo her kesî nêzîkî 50 kîlograman kêm bûye, di demekê de ku navgîniya cîhanî ji 250 kîlograman zêdetir e.

Çalakên vê warê dibêjin ku tenê di sala derbasbûyî de nirxê şîrê xav zêdetirî 40 ji sedî û nirxê berhemên din ên şîrî nêzîkî 90 ji sedî zêde bûye.

Berpirsyarên Wezareta Tenduristî û Komeleya Pizîşkên Pispor ên Navxweyî li Îranê hişdarî didin ku berdewamîya vê rewşê û çûna xelkê ber bi xwarinên erizan û bêkalîte zêdetir dike, û eva dê bibe sedema zêdebûna kêmxwarinî li zarokan, kêmxwînî û herwisa geşe nekirina standard û pûkbûna hêstikan di nava mezinan de.

Li gorî van pisporan, ev rewş tenê pirsgirêkeke aborî nîne, belkî dikare bibe metirsiyeke cidî ji bo tenduristiya nifşên pêşerojê li Îranê de.