Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kak Elî Cîhanbexş kadrê biwec ê Hizba Demokrat tevlî karwanê şehîdan bû

16:49 - 22 Gulan 2026

Navenda Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê bi dax û kesereke mezin ve şehîdbûna Kak Elî Cîhanbexş, kadrê biwec û têkoşerê Navenda Darayî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ji ber nexweşiyê radegihîne.

Elî Cîhanbexş kurê Mihemedemîn, sala 1340 a rojî li gundê Girdgişaneya Pîranşarê ji dayik bû. Her li Girdgişaneyê çûye dibistanê û qonaxa navendî xwendinê çûye Padîgana Cildiyanê û her li wê derê qonaxa navendî derbas kiriye; bo qonaxa amadehiyê çûye Pîranşarê û li wê derê jî pola yekê ya amadehiyê xwendiye.

Di sala 1357an de têkiliyê bi teşkilata hizbê re datîne û di sala 1358an de bi awayekî fermî bûye pêşmergeyê hizbê û çeka şerefê dihavêje mile xwe.

Du salan li Hêza Şehîd Aware de dimîne û paşê di sala 1360î de diçe derdora Deftera Siyasî û karê şofêriyê dike. Sala 1362yan çûye Hêza Hejar û di vê hêzê de tê sazimandanê û erkê serpelî, paşê serdesteyî û cîgiriya likê pê tête spartin.

Sala 1364an diçe Hêza Qendîlê û li wê derê berdewamiyê dide erkê pêşmergatiyê û heta sala 1367an di vê hêzê de dibe berpirsê beşa malî û tedarukata hêzê.

Di sala 1367an heta sala 1373yan di nûneratiya Hizbê li bajarê Silêmaniyê de dibe û paşê di Komîsyona Malî de erkê xwe bi rêve dibe û di piraniya beşên vê komîsyonê de erk û berpirsyariyan digire stûyê xwe.

Kak Elî di sala 1364an de dibe kadrê pile çar ê hizbê, di sala 1373yan de pileya sêyem werdigire û di sala 1382yan de li ser pêşniyara organa xwe û bi pejirandina Deftera Siyasî pileya kadrê pile du pê tê bexşîn.

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê û Navenda Hêza Pêşmergeyê Kurdistanê ji bo ji destdana kadrekî xwe yê biwec û dilsoz, sersaxiyê li hemû kadr, pêşmerge, endam û alîgirên hizbê û bi taybetî li malbata wî ya birêz dike, ku fîdakaranê û şoreşgeranê di heyama zêdetirî çar dehik xebata Kak Elî de piştgir û handerên wî bûn.

Hêviya sebrê bo kesûkar û hevalên wî dixwazin.

Rê û çepera xebata wî pirr rêvîng û herdem ava be!

 

Navenda Hêza Pêşmergeyê Kurdistanê

31ê Banemera 1405a rojî