Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nîkî Hêlî: Armanca Tehranê ji dirêjkirina danûstandinan destgihîştina bi çeka etomî ye

16:50 - 22 Gulan 2026

Nîkî Hêlî, balyoza berê ya Amerîkayê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, hişyarî da ku Komara Îslamî ya Îranê proseya danûstandinan dirêj dike, ji ber ku herdem tenê mebesta wê kuştina demê bûye û ti carî nexwestiye bigihîje ti rêkeftinekê.

Hêlî yê ragihand: "Îran xwe ji rêkeftinê vedidizîne, ji ber ku çeka etomî dixwaze da ku di wê rêyê re gefê li Îsraîl, Amerîka û tevahiya cîhanê bike."

Ev daxuyaniya Hêlî yê piştî wê yekê tê ku ajansa nûçeyan a Reuters ji zarê çavkaniyeke bilind a rîjîma Îranê eşkere kir ku bernameya meyandina oranyomê û kontrolkirina Tengava Hormozê, hêj wek du xalên serekî yên arîşa di navbera Tehran û Waşîngtonê de mane û ti rêkeftin li ser nehatiye kirin.

Hevdem ligel berdewamiya danûstandinan bo bidawîanîna şer, Donald Tiramp hişyarî daye ku eger Îran dest ji bernameya xwe ya etomî bernede, dê rûbirûyî "bûyereke pir cidî" bibe.

Nîkî Hêlî pêştriş operasyona leşkerî ya hevbeş a Amerîka û Îsraîlê ya li dijî rêjîma Îranê wek "demeke dîrokî û yekalîker" pênase kiribû.