Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma demkuj

16:52 - 22 Gulan 2026

N. Azad Kurdî

 

Piştî 40 rojan hêrişên berfireh yên Amerîka û Îsraîlê bo ser rêjîma Îranê û ragehandina agirbesta demkî bona gihîştin bi lihevhatinekê ligel rêjîmê, bo hemû cîhanê derket dolê ku rêjîma Îranê armancên çêkirina çekên Etomî û berfirehkirina bernameyên mûşek û dronan bo ne ewlekirina herêmê heye, bona vê yekê jî tenê bi kuştina demê, dixwaze wan armancan bidest bixe.

Hêrişên 40 rojî yên Amerîka û Îsraîlê bo ser binke û hêzên rêjîma dîktator a Îranê, hema rêjîm nîv canî kir. 47 sal bûn ku rêjîm neketibû ber lêdan û hêrişên wiha cergbirr. Serokê wê yê olî û fermanderên herî payebilind ên rêjîmê hatin kuştin û bi sedan karbidestên din ên rêjîmê jî hatin jinavbirin ku destê wan di kuştin û qirkirina gelên Îranê û di welatên din de jî hebû bi navê belavkirina eniya Şîe. Ev yek jî encama siyasetên wan yên şerxwazane û gefkirin li xelkê herêmê û hemû Rojhilata Navîn bû, bi taybet jî ewlehiya Îsraîlê.

Rêjîmê bo dema 47 salan karîbû şerê xwe ligel Amerîka û bi taybet jî Îsraîlê di nava axa welatên din weke Lubnan, Yemen, Sûrye, Iraqê de bimeşîne û qada şer û pevçûnan li coxrafiya xwe dûr bike. Lê sala 2025’an piştî hêrişên terorîstî yên 7’ê Oktoberê, sebra Îsraîlê bi dawî hat û çû dû serê marî li Tehranê. Îsraîlê hêrişên cergbirr û mezin li rêjîmê dan ku 46 sal bû rêjîmê bi çavên xwe nedîtibû.

Di rastî de beşeke sereke ya alozî û ne ewlehiya herêmê di 4 dehsalên berê li Rojhilata Navîn berhema siyaset û projeyên rêjîma Îranê bûn. Rêjîmê herwiha di asta navxwe de bi avakirina sîstemeke ne demokratîk û 100 li sedî daxistî, karî hemû tevgerên azadîxwaz li navxweyê Îranê jî kontrol û qedexe bike. Lê rêjîm di yek tiştî de nekariye qet hemû armancên xwe li navxwe bidest bixe, ev jî hebûna tevgereke neteweyî ye li Rojhilatê Kurdistanê. Lewma jî di qonaxa agirbestê jî bo yek roj dest ji hêriş b oser hêzên Rojhilatê Kurdistannê bernedaye. Xuya ye ku rêjîm li Amerîka û Îsraîlê zêdetir, ji hebûna tevgera Kurdistanê ditirse. Di mehên yekem yên bidestve girtina desthilatê de hetanî niha, Kurdistan herdem çepera azadîxwaziyê bûye û qet xebat û berxwedan neteweyî ya Kurdan nesekinî li dijî zordariya vê rêjîmê. Sedem jî ev yek bûye ku partiyên siyasî yên kurdî li Rojhilat û bi taybetî PDKI bingeheke kûr di nava dilê civaka Kurdistanê de hene. Rêjîmê bi çêkirina sîstema caşatî û kirêgirtîkirina hindek kesên xwefiroş jî nekarî bi tevahî xebat û tevgera Kurdistanê rawestîne. Tevlîbûna sedan keç û xortên kurd di salê de bo refên hêzên Pêşmerge li Rojhilatê Kurdistanê, vê rastiyê diselimîne ku tevgera kurdî li Rojhilat û civaka Kurdistanê weke av û masiyan in.

Lewma jî ligel ragehandina agirbesta demkî ku tenê bona kirîn û kuştina demê bû ji aliyê rêjîmê ve, her roj rêjîma li pêşberî civaka navdewletî binkeyên hêzên Rojhilatê Kurdistanê dide ber hêrişên mîşek û dronan, çendîn şehîd û birîndar hebûne. Hemû jî kir û bêdneg û bê helwêst in li hember van siyasetên şerxwazane yên rêjîmê. Di vê navberê de tişta herî ecêb e, ev yek e ku hêzên Rojhilatê Kurdistanê weke penaber li Herêma Kurdistanê de dimînin û mafên parastina wan divê bihê misogerkirin di çarçoveya dewleta federal a Îraqê, lê mixabin welatê Iraqê qet bi daxuyaniyekê jî be heta li hember binpêkirina serweriya axa xwe jî be, ev hêriş şermezar nekirine, çi bigihîje vê yekê ku di asta navdewletî de zextan pêk bîne bo ser rêjîma Îranê û dozê li Neteweyên Yekbûyî li ser rêjîmê tomar bike bona binpêkirina serweriya vî welatî ji aliyê Sipaha Pasdarên rêjîma Îranê ku weke hêzeke terorîst di cîhanê de tê naskirin.

Bi salan bû ku hêzên siyasî yên kurdî li Rojhilat li ser fêlbazî û siyasetên rêjîmê raya giştî ya cîhanê agahdar dikir ku ev rêjîm dixwaze bomberyên Etomî çê bike, bernameya mûşekên dûravêj pêşde bibe û bi rêya Sipaha Quds bi milyonan Dolaran salê hevkariyên aborî û çekan dide kom û hêzên ser bi rêjîmê li hemû Rojhilata Navîn û cîhanê û kiryarên terorîstî li cîhanê û bi taybet li Ewropayê rê bixe. Ev hemû hişyarîdan û agahdarîdan hemû rast derketin û civaka navdewletî bi çavên xwe dît ku çawa ev rêjîma metirsîdar bo ser aştiyê dikare hemû herêmê û cîhanê aloz bike.