Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka xwe bo destpêkirina êrîşên serbazî dijî Îranê amade dike

10:27 - 23 Gulan 2026

Çavkaniyên nûçegihanî ragehandine ku dewleta Donald Tirاmp, Serokomarê Amerîka roja Înê mijûlê amadekariyan bûye bo encamdana gereke nû a êrîşên serbazî dijî Komara Îslamiya Îranê, eva jî di demekê de ye ku hewlên dîplomatîk bo giheştin bi rêkeftinê heya niha berdewam in.

Li gorî raporta nûçegihaniya CBX News bi sedema pêşbênîkirina wan êrîşan, beşek li hêzên  hewalgirî û serbazî yên Amerîka pilanên teitîla dawiya heftiya xwe hilweşandine û Tiramp jî bi sedema rewşa welat li rêûresma merasima Daweta kurê xwe de beşdarî nekiriye.

Hevdem CBX News li zarê Ana Kêlî, Berdevkê Koşka sipî belav kiriye ku Donald Tiramp hêlên sor ên xwe bi rohnî diyar kirine û ragehandiye ku Îran tu carî nabe bibe xwediyê çeka etomî û nikare paşekefta Oraniyoma meyandî a xwe biparêz e.

CBX herwisa îşare bi vê jî kir ku pêşniyara dawî a Amerîka roja Çarşemî bo Îranê hatiye veguhastin û hoşdarî dane berpirsên Komara Îslamî ku redkirina vê pêşniyarê bi wateya destpêkirina êrîşên serbazî dibe.

Ji aliyekî din ve, Sipaha pasdaran hoşdarî daye ku her cure êrîşek nû a Amerîka yan Îsraîlê, wê bibe sedema aloztirbûna şer bo derveyî rojhelata Naverast.