Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Marko Robiyo, renge bo vekirina Tengava Hormozê me pilana (B) hewce be

10:28 - 23 Gulan 2026

Gevriya Hormozê heya niha wekî yek ji mijarên serekî yên aloziyên şer maye, niha Marko Robiyo, Wezîrê derve ê Amerîka, bi rohnî behs ji pilana (B) dike, ev pilan bo demekê ye ku ew rêrewa Avî ya girîng bi daxistî bimîne yan careke din bibe amanca êrîşan.

Marko Robiyo, li dema birêveçûna kombûna Wezîrên derve yên welatên endam li NATO yê li Siwêdê de, daxwaza lêkolînê li ser pilana (B) bo vekirina tengava Hormozê kir, Robiyo li bajarê Hêlisînborî yê ragehand, ku hemû pêşvaziyê li rêkeftinekê ligel Îranê dikin ku vekirina vê tengavê têde be, wekî rêrewek girîng bo bazara cihanî a neft û gazê.

Lê eger Îran amade nebe vê rêrewê weke û biryarê bide kontirola xwe bi ser de biparêze û bacê li hatin û çûnê werbigre, eva hewceye pilana (B) bê encam dan

Robiyo li doma axiftina xwe de got: Min îro ev mijare anî ber bas û piraniya amadebûyî yan jî rizamendiya xwe li vê derheqê de dane xuya, lê îro ti bas û daxuyaniyekî fermi cem min nine bo evê ku ez we rojnamevanan jê agehdar bikim.