Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêkxistina Firokevaniya Îranê esmanê çend deverekê bi awayekî demkî daxist

11:20 - 23 Gulan 2026

Rêkxistina Firokevaniya Îranê roja Înê li daxûyaniyekê de ragehand ku hêla esmaniya rojavayê Îranê bi awayekî demkî hatiye daxist in.

Ew daxûyanî piştî vê hate belavkirin ku hevdem ligel cehdên bo peydakirina rêçareyek dîplomatîk û giheştin bi rêkeftinê di navbera Îran û Amerîkayê de, çendîn nûçe jî hember bi amadekariya dubare ya Artêşa Amerîka bo encamdana êrîşên nû dijî Îranê hatine belavkirin.

Li gorî daxûyaniya rêkxistina Firokevaniya Îranê, mohleta tev geştên esmanî ên medenî li wan balafirxanyan de ku dikevne beşa rojavayê devera zanyariyên geştên esmanî ên Tehranê (FIR) hatine hilweşandin.

Di niha de tenê heşt balafirxane, ji wan balafirxaneya Mêhrabad, Xûmeynî, Îsfehan û Yezd rê bi wan hatiye dan ku çalak bin.

Di wan balafirxaneyan de jî geşt tenê li sibêdehê dema rojhildanê heya êwarê dema rojavabûnê tên encam dan û şîrketên Firokevanî dibe bo her geştekê, mohleta nû li rêkxistina Firokevaniyê werbigr e.