Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mewlewî Evdilhemîd: Xelkê Îranê di bin givaşa abûrî û birçîbûnê de ye

11:27 - 23 Gulan 2026

Pêşnimêjê Înê ê mizgevta Mekî yê Suniyên Zahîdanê, Mewlewî Evdilhemîd, di xutbeya xwe ya herî dawî de rexneyên tund li rewşa aborî û siyasî ya Îranê girtin. Li gora rapora Tora Belgekirina Mafên Mirovan a Belûçistanê, Evdilhemîd bal kişand ser daketina bihayê pereyê Îranê û got ku xelkê Îranê tevî dewlemendiya welat, di nav givaş, giranî û birçîbûneke giran de dijî.

Evdilhemîd diyar kir ku krîza aborî beriya şer jî hebû, lê niha giranî gihîştiye asteke bêsinor. Wî herwisa sîstema birêvebiriya welat rexne kir û destnîşan kir ku desthilatdariya hikûmetê ya ti bandorek li ser welat de nînin û biryarên bingehîn di destê saziyên din de ne. Wî anî ziman ku heta dema ku di destûra bingehîn de guhertin çênebin, ti pirskirêk û arîçeyekî welat nayê çareserkirin.

Di beşeke din a axaftina xwe de, wî behsa nerazîbûna giştî kir û got ku ji ber kiryarên desthilatdaran, beşek ji civakê ji oldariyê sar bûye. Di dawiyê de, Evdilhemîd qutkirina înterneta navneteweyî şermezar kir û got ku ev yek jiyana rojane ya xelkê têk dibe û daxwaz kir ku sînorên li ser înternetê bên rakirin.