Berpirsekî payebilind ê leşkerî yê rêjîma Îranê behsa egera destpêkirina careke din a şerê di navbera rêjîma Îranê û Amerîka kir; daxuyaniyên ku di berdewamiya aloziyên navbera her du welatan de hatine ziman, di demekê de ku Donald Trump jî nerazîbûna xwe li hember pêşniyara nû ya Îranê ji bo berdewamkirina danûstandinan nîşan daye.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a "Fars", Mihemed Cefer Esedî, Cîgirê pêdaçona qerargeha Navendî ya Xatemu'l-Enbiya, gotiye: "Îhtîmala destpêkirina careke din a pevçûnan di navbera Îran û Amerîkayê de heye û rastiyan nîşan dane ku Amerîka pabendê tu soz û peymanekê nîne."
Wî bêyî ku hûrguliyên zêdetir bide, Amerîka bi binpêkirina peymanan û nebûna bêbaweriyê di lihevkirinan de tawanbar kir. Ev daxuyanî di şert û mercên wisa de tên ziman ku peywendiyên Tehran û Washingtonê herwesa di rewşeke tije alozî de ne û tu hiviyekî zelal ji bo lihevkirinê nayê dîtin.