Li dirêjiya siyasetên abûrî ên hejar û nedarkirinên rejîma Îranê de, piştî bilindbûna berçav a nirxa goşt û berhemên Şîrî, niha jî dora Nan hatiye heya givaşên ser mile xelkê jar û belengaze welat zêdetir bike.
Li gorî raportan, di demekê de nirxa nan li çend deveran bilind bûye, berpirsên rejîmê bi hêceta nemana pereyê piştîvanîkirî, û bilindbûna têçûya enerjiyê, rê bo girankirina giştî a nan xweş dikin, eva jî di demekê deye ku nirxa goştê Pez bi berhevdan digel sala derbasbûyî, %110, goştê Golikê yan heywanreşe %156 û mirîşk jî nêzî 3 beramber bilind bûye.
Sedema sereke a wê rewşa xirap a abûrî, biryarên karbidestên rejîmê ne bo reşkirina piştîvaniya darayî li ser hewcehiyên destpêkî yê jiyanê li budceya sala 1405an de.
Amar nîşan didin ku bi sedema teweroma %90 hewcehiyên xwarinê û derencamê şer, bihaya rastîn a şiyana kirîna xelkê bi awayekî berçav daketiye û neçar mane rû li kirîna hewcehiyên erzantir bikin, bi awayekî ku tenê şiyana dabînkirina kêmtirîn bijêva destpêkî mane.