Medyayên Îranê ragihandin ku Fermandeyê Artêşa Pakistanê, Asim Munîr, li Tehranê ligel Wezîrê Derve yê Îranê, Ebas Iraqçî, civiya. Di vê hevdîtina dirêj de, her du aliyan derbarê destpêşxeriyên dîplomatîk ji bo kêmkirina aloziyan û dawîanîna şerê Îranê gengeşe kirin. Hevdem, Wezîrê Navxwe yê Pakistanê Muhsin Neqewî jî li Tehranê amade ye.
Pakistan roleke girîng a navbeynkariyê di navbera Amerîka û Îranê de dileyize, lê gera yekem a danûstandinan bê encam ma. Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Marco Robio, li Swêdê ragihand ku Waşîngton li benda bersiva Tehranê ye ji bo şertên dawî yên Donald Tiramp, lê pêşveçûneke kêm heye.
Li aliyê din, Iraqçî di peywendiyeke telefonî de ligel Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Antonio Guterres, diyar kir ku Îran di pêvajoya dîplomatîk de dimîne, lê Amerîka daxwazên zêde û dubare tîne ziman. Tiramp ev danûstandin wekî "sînorê navbera rêkeftin û şer" wesif kir, ku ji meha Şibatê ve piştî êrîşên Amerîka û Îsraîlê bo ser Îranê gurtir bûye. Medyayên Amerîkî dibêjin Koşka Sipî egera êrîşên nû dinirxîne.