Rojnameya New York Post raportekê de aşkera kir ku endamekî payebilind ê girûpekî Iraqî ya bi nave Ketaîb Hizbullahê ku herî dawî radestî Amerîkayê hatiye kirin, tohmetbar e ku ji bo tolhildana kuştina Qasim Silêymanî, fermandeyê berê yê Hêza Quds a Spaha Pasdaran, plana terorkirina Lvanka Tiramp danabû û li cehda cîbicîkirina wê plane de bûye.
Li gorî rapora New York Postê, Mihemed Baqir Seed Dawid El-Seedî yê 32 salî, ku tê gotin xwe wekî "Mihemed Baqir Sileymanî" dida nasîn, piştî desteserkirina li Turkiyeyê bo Amerîkayê hatiye veguhestin.
FBI berê desteserkirina wî endamê Ketaîbê Hizbullahê piştrast kiribû. Dozgeriya New Yorkê jî wêneyekî wî yê li rex Qasim Sileymanî weşandiye. Ketaîbê Hizbullah wekî yek ji girîngtirîn komên niyabetî yên di bin piştgiriya Komara Îslamî de li Iraqê tê naskirin.
Ev rapor di demekê de tê weşandin ku Komara Îslamî û komên nêzîkî wê, gelek caran tekezî li ser "tolhildana" kuştina Qasim Silêymanî kirine.
Girûpa Ketaîbê Hizbullah û hin girûpên din, ji aliyê Amerîkayê ve wekî girûpên terorîstî hatine naskirin ku Amerîka bo destxistina zaniyariyên li ser Fermandê wê girûpê, 10 Milyon Dolar xelat diyarî kiriye.