Îşev şemî 2ê Cozerdana 1405an, Komara Îslamî ya Îranê pêleke din ji êrişên xwe yên dronî û mûşekî bo ser binke û kampên hizbên Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir.
Di vê êrişa nû de, baregehên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê li Dola Alane, bi dronan bûn armanc.
Hevdem ligel vê êrişê, baregehên Çemşar ên Partiya Azadî a Kurdistanê (PAK) ku li nêzikî Dareşekranê ne, bi 4 mûşekan keftine ber êrişan.
Ji destpêka şerê 40 rojî û heta niha, Komara Îslamî bi berdewamî baregeh û bingehên Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê bi mûşek û dronan kiriye armanc.
Di encama van êrişan de heta niha 11 kes ji pêşmerge û xelkê sivîl yên ser bi hizbên Rojhilatê Kurdistanê ve şehîd bûne û hejmarek jî