Axiosê ragihand ku pêşnvîsa lihevkirina di navbera Îran û Amerîkayê, di qonaxa lêkolînê de ye, ku dikare bibe sedema dirêjkirina 60-rojî ya agirbestê û destpêkirina danûstandinên berfirehtir.
Li gorî vê raporê, di pêşnvîsa heyî de hatiye ku Tengava Hormozê bêyî girtina bacê dê were wekirin û Îran dê mînên ku di vê rêreva avî de danîne, paqij bike. Li hember vê yekê, Amerîka dê dorpêça ser benderên Îranê rake û beşek ji sizayan li ser rêjîmê kêm bike daku Îran bikaribe hinardekirina nefta xwe ji nû ve destpê bike.
Li gor nivîsa Axiosê, mijara bernameya navokî ya Îranê û embarên oranyoma dewlemendkirî hîn jî di qonaxa danûstandinê de ne, her çend di deqa lihevkirinê de ji Îranê hatiye xwestin ku her cure hewldanek ji bo destxistina çeka navokî bide sekinandin.
Karbidestekî Amerîkayî jî ji Axiosê re gotiye ku ger Waşîngton bigihîje wê encamê ku Îran di danûstandinên navokî de ne cidî ye, dibe ku ev rêkkeftin beriya bidawîbûna heyama 60-rojî were hilweşandin û peyman bişkê.
Ev rapor herwisa dibêje ku di wê pêşnivîsê de, sekinandina şerê di navbera Îsraîl û Hizbullahê jî hatiye pêşbînîkirin. Karbidestekî Amerîkayî ji Axiosê re gotiye ku ev lihevkirin wekî "agirbesteke yekalî" nabe û heger Hizbullah helwêsteke baş nîşan bide, dê helwêsta Îsraîl jî baş be.
"Binyamîn Netenyahû têbiniyên xwe yên taybet hene, lê Donald Tiramp berjewendiyên Amerîka û aboriya cîhanî li ber çavan digire."