Donald Tiramp, serokê Amerîka ragihand ku rêkeftina li gel Îranê gihîştiye qonaxa dawiyê û ev her niha de li benda dawîpêanînê ye, amaje bi wê jî kir ku ev lihevkirin pêşniyara vekirina tengava Hormozê jî li xwe digire.
Tiramp di tora civakî ya "Truth Social" de belav kir, ku di peywendiyeke telefonî de li gel serokên Erebistan, Îmarat, Qeter, Pakistan, Tirkiye, Misir, Ordon û Behreynê, pirsa Komara Îslamî ya Îranê û mijara lêktêgihîştinê ya taybet bi aştiyê gotûbêj kiriye. Herwisa amaje bi wê kir ku peywendiyeke pir baş li gel Binyamîn Netenyaho, serokwezîrê Îsraîlê jî encam daye.
Tiramp ragihand: Alî û hûrgiliyên dawiyê yên vê lihevkirnê niha di bin pêdaçûn û nîqaşê de ne û di demekî nêzîk de tên ragihandin.’’
Ev daxuyaniyên Tiramp di demekê de ne, ku berpirsên Komara Îslamî ya Îranê berê ragihandibûn hêşta nakokî di navbera aliyan de heye û di danûstandinên destpêkî de behsa pirsa etomî ya Îranê nehatiye kirin.