Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Yekîtiya Xwendekarên Dêmokrat a Kurdistanê bi helkefta 12ê Banemerê

15:15 - 2 Gulan 2026

Xelkê rizgarîxwaz ê Kurdistanê!

Xwendekarên dêmokrat ên Kurdistanê!

Xwendekarên xebatkar ên Kurd!

 

Bi helkefta 12ê Banemerê, Roja "Xwendekarê Kurd", em bi germî pîrozbahiyê li we dikin û rêzê ji xebat û têkoşîna siyasî û bandordar a we di çepera xebata ronakbîriyê de digirin.

12ê Banemera îsal, 58 sal bi ser bûyerekê de derbas dibe ku wekî rûpeleke geş di dîroka xebata rizgarîxwaziya neteweya Kurd û çalakiya xwendekaran li Rojhilatê Kurdistanê de hatiye tomarkirin û bûye îlhama xebatkar û nîştimanperweran, bi taybetî xwendekarên neteweperwer ên Kurd.

Di sala 1346an a rojî de, hejmarek ji xebatkarên Hizba Dêmokrat a Kurdistanê di bin navê Komîteya Şoreşger a Hizba Dêmokrat a Kurdistanê û bi mebesta şikandina zilmata şeva tarî ya salên çilan a rejîma paşatiya Pehlewî, çexmaxeya serhildaneke çekdarî lê dan û nav girava aram a Mihemed Reza Şahê Pehlewî çilqandin. Di wê serhildana dîrokî de "Smaîl Şerîfzade" wekî yek ji rêberên serhildanê û wekî xwendekarekî pêgehiştî yê Kurd, roleke bi bandor li ser hişyariya neteweyî û xebata nasnamexwaziya Kurd hebû.

Smaîl Şerîfzade, pêşengê wê koma xebatkarên siyasî yên Kurd bû ku bi helwesta siyasî û lêzaniya xwe ya xebatkarî, pênaseyeke nû û nasnameyeke neteweyî da xwendekarê Kurd û têkoşîna siyasî û sînfî ya xwendekarên Kurd di zanîngehên Îranê de. Di demekê de ku rewşa siyasî ya Îranê di dehsaleya 40î ya rojî de bi tevahî ketibû bin bandora fikra çepa radîkal ji aliyekê ve, û fikra Îranşehriyê ji aliyê din ve, hejmarek ji xwendekarên Kurd di zanîngehên Tehranê de -yek ji wan Smaîl Şerîfzade- têkiliyeke gotarî û siyasî ligel tevgera neteweyî-dêmokratîk a Kurdistanê damezirand ku bû destpêka serhildana pêvajoyekî radîkal û neteweyî di nav hinavê tevgera Kurdistanê de ku Hizba Dêmokrat rêberiya wê dikir. Hevdem têkiliyeke me'rîfî û di heman demê de dualî di navbera çepa radîkal û neteweyiya Kurdî de hate holê ku tevgera çekdarî ya salên 46-47an di nav de ji dayik bû.

Di wê qonaxa dîroka Îranê de ku azadiyên siyasî bi tundî dihatin tepeserkirin û tu hêviyek ji bo guherîneke siyasî di wî welatî de nedihat dîtin, Şerîfzade û komek din ji ciwanên xwendewar ên wê demê, çepera xebat û têkoşînê ji zanîngeh û navenda Îranê ve bo çiyayên Kurdistanê û bo nav rêzên têkoşerên Hizba Dêmokrat veguhestin. Ew tevî hewildana wan bo birina serê ya asta hişyariya siyasî û hizra neteweyî û bilindkirina xesleta serxwebûna siyasî di Hizba Dêmokrat de û giringîdan bi têkoşînê di navxweya Rojhilatê Kurdistanê de, bûn hevênê wegerîna serhildaneke çekdarî li dijî desthilata Mihemed Reza Şahê Pehlewî û di navbera Komara Kurdistanê heta şoreşa gelên Îranê di sala 57an de, mezintirîn bûyera siyasî ya Kurdistanê afirandin û bûn pira pêwendiya navbera wan du bûyerên siyasî li Rojhilatê Kurdistanê de.

Tevgera çekdarane ya Kurdistanê (1346-1347) yekem tevgera çekdarî bû li Îranê de ku ligel pêşwaziya germ a xelkê wêzarbûyî berbirû bû û bû destpêkek ji bo destpêkirina xebata çekdarî li navçên din ên Îranê jî. Di encamê de roja 12ê Banemera sala 1347an a rojî, Kak Smaîl Şerîfzade û çend hawçeperên din ên wî di rûbirûbûnekê de ligel hêzên tepeserkar ên rejîma paşatî li devera Banê de şehîd bûn.

Xwendekarên nîştimanperwer ên Kurd!

Xwendekarên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê di serdem û qonaxa niha de jî, beşeke çalak in ji tevgera neteweyî û rizgarîxwaziya neteweya xwe. Ew li navxweya Îranê zêdebarî zilm û zordariya damûdezgehên tepeserkar ên rejîmê di nav zanîngehan û di çepera şeqamê de jî di rêza pêşya xebat û têkoşînê de bûn. Ew jî di rewşekê de ku Komara Îslamiya Îranê her ji destpêka hatina ser kare xwe ve, zanîngeh bi metirsî bo ser bingeha îdeolojîkên xwe dizanî û organ û damezraveyên curbicur ên ewlehiyê di zanîngehan de cîgir kir û hewil daye û hewil jî dide dengê azadîxwazî û mafxwaziya xwendekaran mat bike; lê zêdebarî wê jî me dît ku di pêvajoya Şoreşa Jînayê de, xwendekar di beşeke zêde ji zanîngehên Kurdistanê de bûn pêşengê wê şoreşê. Herwisa di rojên 18 û 19ê Befranbara 1404an de xwendekarên Kurd beşdariya çalak di van nerazîbûnan de hebû û hejmareke berçav ji xwendekarên Kurd şehîd bûn.

Keç û kurên xwendekar ên Kurd di zanîngehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de xwest û daxwazên xwe yên civakî, aborî û siyasî di bestênê xebateke neteweyî de kirin hevênê çalakiyên xwe û koma pêkhateya siyasî û îdeolojîk a rejîmê kirin armanc.

Şoreşa Jinayê û serhildana berfireh a xwendekaran di pêvajoya wê şoreşê de ji gelek rûyan ve dirêjeya xebata şehîd Şerîfzade û hevalên wî di wê serdemê de bû û gelek xalên hevbeş di wan du qonaxan de berçav dikevin. Ruhê şoreşgerî yê Şerîfzade û hevalên wî di rûbirûbûn û rabûn dijî sitemkarî û dîktatoriyê, derbestiya neteweyî û nîştimanî û tevlîbûn bi tevgera neteweyî û herwisa vejandina hêviya xwendekaran bi guherîna bingehîn ew wekheviyên ku çalakiyên xwendekaran di Şoreşa Jînayê de bi xebata xwendekariya dehsaleya 40î bi pêşengiya Şerîfzade pêkve girê didin. Wê jî wiha kiriye rêbaza Şerîfzade wekî rêber û hêma û pêşengê xwendekariya Kurd berdewam berhem bêt û pêşwaziya civaka xwendekariya Kurdî ji wê navlênanê berçavtir û xuya bêt.

Yekitiya Xwendekarên Dêmokrat a Kurdistanê zêdebarî evê ku bizava xwendekariya Kurdî bi bizaveke guherînxwaz, neteweyî û edaletxwaz dizane, baweriya kûr bi rêkxistina hindî zêdetir a xwendekaran heye bo biserhevxistina şiyanên wan di bûbirûbûna dîktatorî û her cure sitemekê û ji wan sitema neteweyî, regezî û çînayetî û di wê pêxemê de jî hewil dide şiyan û hêza xwe di pêxema armancên bilind ên wê bizavê de bixe kar.

Yekitiya Xwendekarên Dêmokrat a Kurdistanê tevî bi bilindnirxandina yad û bîranîna şehîd Smaîl Şerîfzade, sîmbola tevgera xwendekariya Kurd, pîrozbahiya 12ê Banemerê, Roja Xwendekarê Kurd li xwendekarên dêmokrat ên Kurdistanê, civaka xwendekarî û hemû xelkê Rojhilatê Kurdistanê dike û piştgiriya xwe ji xebata mukum û rû li geşeya xwendekarên biwêr û pêşengê civaka Kurdî dûbare dike û zanîngeh û navendên akademîk çi di berhemhênana hizr û endîşeyê û çi di warê çalakiya meydanî de bi bizivîner û pêşengê xebata cemawerî dizane.

Yada şehîdan her zindî!

Serkeve xebata mukum a neteweyî we!

Yekîtiya Xwendikarên Dêmokrat a Kurdistanê

12ê Banemera 1405an a Rojî