Dezgeha bi navê dadwerî ya rejîma Îranê, cezaya darvekirinê û destbiserdagirtina hemû milk û darayiyên girtiyekî siyasî yê bi navê “Mucteba Kiyan” li parêzgeha Elborzê cîbicî kir.
Nûçegihaniya “Mîzan” a girêdayî bi dezgeha dadwerî ya rejîmê ragihand ku ew bi tohmeta “şandina zaniyariyên navendên pîşesaziya berevaniyê bo Amerîka û Îsraîlê” di dema şer de hatiye cezadan.
Pêvajoya girtin, dadgehîkirin û cîbicîkirina cezaya darvekirina Mucteba Kiyan kêmtir ji 50 rojan kişandiye, ku ev yek nîşana pêdagiriya rejîma Îranê li ser cîbicîkirina cezayên kuştinê ye.
Rejîmê ti belgeyekî serbixwe li ser vê dosiyeyê belav nekiriye û dadgehîkirin bi piştgirêdan bi yasaya nû û tund a rejîmê li derheq “tundkirina cezaya sîxuriyê” hatiye birêveçûn.
Di vê pêywendiyê de, Saziya Lêborîna Navdewletî di rapora xwe ya 31’ê Banemerê de hişdarî da ku Komara Îslamî piştî destpêkirina şer di 9’ê Reşemê de, herî kêm 36 kes di dosiyeyên siyasî de piştî dadgehîkirinek nedadperwerane hatine darvekirin.
Lêborîna Navdewletî bal kişand ser vê yekê ku rejîma Îranê cezaya darvekirinê wek amûra tepeserkirinê ji bo tirsandin û bêdengkirina dijberan bi kar tîne.
Li gorî raportan, niha 78 nerazîyên siyasî û kesên binçavkirî yên xwenîşandanên meha Befranbarê di bin metirsiya darvekirinê dene ku 5 ji wan di dema binçavkirinê de zarok bûne.