Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê: Dawîkirina Şer di hemû Eniyan de bo me li pêş her mijarekê ye

11:01 - 24 Gulan 2026

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqaî ragihand ku di danûstandinên bi navbeynkariya Pakistanê ya di navbera Îran û Amerîkayê de, bala me zêdetir li ser lihevkirin û lêktêgeheştinekê ye ku girîngiyê dide dawîhatina şer di hemû eniyan de, bi taybetî li Libnanê.

Beqaî diyar kir ku her mekanîzmeke girêdayî Tengava Hormozê divê di navbera Îran û Omanê de were pejirandin û vê mijarê ti pêywendî bi Dewletên Yekbûyî re nîne. Lê belê, wî eşkere kir ku ev mijar rûpelek ji lihevkirina 14-bendî ye ya ku Tehran niha amade dike. Ev daxwaz bi giştî li ser rawestandina şer, rakirina dorpêça deryayî ya Amerîkayê û azadkirina pereyê bilokekirî yê Îranê pêk tê.

Beqaî tekez kir ku Tehran di vê qonaxê de li ser hûrgiliyên navokî û rakirina dorpêçan danûstandinê nake. Demeke 30 heta 60-rojî tenê ji bo gotûbêjkirina mijarên din tê diyarîkirin. Di dawiyê de, wî hatina şandeke Qeterî bo Tehranê piştrast kir, ku li gora Reutersê, bi hevahengiya Amerîkayê ji bo alîkariya gihîştina bi rêkeftinê hatiye.