Kanala 13 a Îsraîlê di raporekê de ragihand ku berpirsên Îsraîlî bawer dikin Amerîka û Îran nêzîkî gihîştina lihevkirenekê bûne. Li gorî raporê, zanyariyên nû li Orşelîmê zêdetir wekî dîwarê ser cemedê yan karekî ne cihê baweriyê tên dîtin. Berpirsên payebend ên Îsraîlî diyar kirin ku ev pêşkeftina bilez a Waşîngtonê, ji bo beşek ji saziya ewlehiyê ya Îsraîlê bêhêvîker e. Tê çavniêrîkirin ku Serokwezîr Binyamîn Netenyaho ji ber egera wan peyman û lihevkirnan, civînên şêwirînê ligel wezîran û berpirsên ewlehiyê pêk bîne.
Nirxandina Îsraîlê ya du hefteyên borî ew bû ku Tiramp lihevkirinê dixwaze, lê ji ber nakokiyên li ser mijarên sereke ev lihevkirin serkeftî û domdar nabe. Nexşerêya ku niha tê gotûbêjkirin, peymaneke demkî ya 60-rojî xistiye rojevê ku dikare paşê were dirêjkirin.
Herwisa, rojnameya Israel Hayom îdîa kir ku di pêşnivîsê de pabendbûna Îranê ya ji bo rawestandina çêkirina çeka navokî û sekinandina demdirêj a dewlemendkirina oranyomê heye. Çavkaniyan diyar kirin ku serokatiya siyasî ya Îranê berê radestkirina oranyoma dewlemendkirî pejirandibû, lê fermandarên Spaha Pasdaran li dijî vê derketine û biryara dawî li benda Rêberê Komara Îslamî ye.