Şandeke hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bi serperestiya berpirsê peywendiyên navdewletî ên hizba li Fînlandê, beşdarî li 48mîn kongireya hizba Sosyal Demokrat a Fînland (SDP) kir û çendîn çalakiyên dîplomasî livê birêve birin.
Li Kongireya hizba Sosyal Demokrat a Fînlandê ku rojên 23 heya 25a Gulanê birêve çû, tê de Antî Lîndtman dîsan wekî Serokê hizbê û Mîkayl Nêkalayarvî wekî Sikirtêrê hizbê hatin hilbijartin, di vê kongirê de bilî şanda hizba Demokrat nûnerên çendîn hozbên din ên Kurdistanî jî beşdar bûn.
Li çarçêveya çalakiyan de, nivîsekî hevbeş a hizba Demokrat û Komeleyê derheq rewşa Rojhilatê Kurdistanê û êrîşên Komara Îslamiya Îranê bo ser kempên wan hizban li Başûrê Kurdistanê, bi ser mêhvanên navdewletî de hate belav kirin, herwisa di dîdarên dîplomasî de tekezî li ser girîngiya piştgîriya navdewletî bo mafên gelê Kurd hate kirin.
Herwisa li roja duyem a kongirê li sîmînsreke taybet de, gutarek ji aliyê Dr. Mecîd Heqî bi nûneratiya aliyên Kurdî hate pêşkeşkirin, û di vê gotarê de tekezî li ser vê hate kirin ku hewce ye pirsa Kurd û mafên wê, wekî mijarek girînge siyasî û mafê mirov, bixne nav bername û dîskorsa siyasî ên hizbên Sosyal Demokratên Ewropa.