Marko Robiyo, Wezîrê karûbarê Derve ê Amerîka, roja Duşemî 14ê Gulana 2026an, ragehand ku Amerîka yan wê bigehe rêkeftinek baş ligel Komara Îslamiya Îranê, yan jî bi rêyek din û derveyî dîplomasiyê wê reftarê digel Îranê bike.
Robiyo, li Dêhlî ya nû li daxûyaniyekî de bo rojnamevanan tekezî li ser vê kir ku Waşington pêş vê ku fikrê li girtinebera bijardên cihgirtî bike, hemû derfetekê dide bi serkeftina dîplomasiyê.
Navbirî îşare bi vê jî kir ku mercên Amerîka rohn in û bijardên tewaw diyarîkirî li ser masê ne ku ewin, hewcehiya vekirina Tengava Hormozê ji aliyê Îranê ve, û çûne nav danûstandinek rastîn, girîng û xudan sînorê demkiye diyarîkirî derheq dosyeya navkî.
Ew peyama Wezîrê Derve ê Amerîka di demekê de ye ku Waşington herwisa li dorpêça tund a deryayî dijî Îranê berdewame û givaşên bê mînak xistiye ser Tehranê.