Di daxuyaniyekî Mustafa Ozçelîk Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê hat ragîhandin ku kek Eyup Alacabey koça dawî kir.
Kek Mistefa ragîhandiye: Siyasetmedar û welatperwerê kurd, yek ji damezrener û rêvbirên PAK û PWKyê, kek Eyup Alacabey mixabin ji ber nexweşîyê, koça dawî kir.
Kek Eyup Alacabey nêzîkî 60 salî weke kadroyekî, rêber, pêşeng, têkoşer, bi dilsozî, bi fedakarî, bê westan di nav refên azadî û serxwebûna Kurdistanê de cîh girtibû.
Kek Eyup Alacabey yek ji damezrener û rêvebirê Partîya Welatparêzên Kurdistanê bû.
Ev wek rîsipî û birayekî me yê mezin û wek kesayetekî siyasî û civakî yê qebûlbar di tevgera neteweyî û azadîyê de xwedî cîhekî taybetî bû.
Miletê Kurd, gelê Kurd xebatkarekî xwe yê gelekî hêja wenda kir, em ti carî kek Eyup ji bîr nakin.
Kek Mistefa Ozçelîk Serokê Giştî ê Partiya Welatparêzên Kurdistanê di dawiya daxuyaniya xwe de radigehîne: Em bi koça dawî ya kekê Eyup gelekî xemgînin.
Ruhê wî şad, cîhê wî biheşt be.
Em sersaxîyê ji malbatê, kesûkar, heval û hogirên kek Eyup re dixwazin.
Serê me hemûyan, sere miletê Kurd sax be.
Mustafa Ozçelîk
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)