Dezgeha bi nav dadweriya rejîma Îslamiya Îranê, li dirêjeya pêlek nû a tepeserî û çavtirsandina xelkê de, sizayê bidarvekirina welatiyekî yê bi navê, Ebas Ekberî Feyzabadî cîbicî kir, navbirî yek ji girtiyên xwepişandana meha Befranbara 1404an li bajarê Nayynî ê ser bi parêzgeha Îsfehanê bûye.
Nûçegihaniya Mîzan a ser bi dezgeha dadweriya rejîmê ragehand ku tohmetên ser Ekber pêkhatibûn ji Muharibe, têkdana bizanebûn a cih û mekanên giştî, têkdana nezim û ewlehiya civakê û kombûn û tebanî dijî ewlehiya navxweyî.
Dezgeha dadweriya rejîmê Îdia kiriye ku navbirî li dema êrîşkirina ser fermandariya Nayyîn û binkên ewlehiyê, bi demançê teqe li hêzên çekdarên rejîmê kiriye.
Li gorî raporta Mîzan, dadgehê bi piştgirêdan bi Îtirafa bizorê, girte vîdyoyên teqe û raporta hêzên intizamî ew siza bi ser wî girtiyî de sepandiye û piştî piştrastkirina vê sizayê ji aliyê dîwana bilind a rejîmê, serê sibeha Îro hatiye cîbicî kirin.
Komara Îslamî ku bi sedema kirîzên navxweyî û derekî ve li ser lêva kendalê hiloşînê ye, bidarvekirinê wekî emrazek bo mana xwe û çavtirsandina civatê bikar tîne.