Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Netanyahu: Raya min û Tiramp yeke ku divê oranyoma meyandî ji Îranê derkeve

12:08 - 25 Gulan 2026

Binyamîn Netenyahu, Serokwezîrê Îsraîlê ragihand ku ew û Donald Tiramp di peywendiyeke telefonî de hevrabûne, li ser vê yekê ku her lihevkirineke dawî ligel Îranê divê gefa etomî ya Tehranê ji nav bibe.

Netanyahu ronahî xiste ser vê yekê ku ev tê wateya hilweşandina dezgehên meyandina oraniyomê li Îranê de û veguhestina maddeyên etomî yên dewlemendkirî bo derveyî Îranê.

Ev daxuyanî di demekê de ye ku Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Etomî ragihandiye ku Îranê zêdetirî 400 kîlogram oranyoma dewlemendkirî heta asta %60 heye, ku bi îhtimaleke mezin di nav dezgehên bin-erdî de tên parastin.

Tiramp berê çendîn caran tekez kiribû ku divê Îran van maddeyan radestî Amerîkayê bike. Herwisa di vê peywendiya telefonî de, Tiramp careke din piştgiriya xwe ji bo mafê Îsraîlê di parastina xwe li hemberî gefan di hemû eniyan de, di nav de jî li Libnanê, dubare kiriye.

Ji aliyekî din ve, berpirsekî bilind ê Îsraîlî ragihand ku Tiramp, Netanyahû alxayîn kiriye ku di danûstandinan de bi tundî dê pêdaçûnê li ser daxwaza xwe ya ji bo hilweşandina bernameya etomî ya Îranê bike.

Wî berpirsî amaje bi wê yekê jî kir ku Tiramp bi bê geheştina bi wan armancan û derxistina tevahiya oranyoma meyandî, amade nîne tu lihevkirineke dawî ligel Tehranê wajo bike.