Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komara Îslamî girtiyekî din bi tohmeta sîxuriyê sêdarê da

16:33 - 26 Gulan 2026

Roja sêşemê, 5ê Cozerdana 1405a rojî, sizayê sêdaredana Xulamreza Xanî Şekerab, temen 34 salî, qehremanê berê yê werzişa MMA û rahêner û dawerê navdewletî, bi şêwazekî nehênî û bêyî mafê hevdîtina dawî ligel malbata xwe, li girtîgeha Qizilhesara Kerecê hat cîbicîkirin.

Dezgeha bi navê dadwerî ya Komara Îslamî bi rêya senaryosaziyê, tohmeta sîxuriya ji bo Îsraîlê xistiye stûyê vî welatiyê xelkê Erdebîlê.

Xulamreza Xanî berê li Tirkiyeyê akincî bû, lê sala borî di geşteke xwe ya ji bo Iraqê de, ji aliyê hêzên terorîst ên derveyî sînor ên rejimê ve hat revandin û bo navxweyê Îranê hat veguhastin.

Ev werzîşvan piştî çendîn mehan îşkencê, di dadgeheke ne-dadperwerane de ji aliyê dadwer Selwatî ve sizaya bidarvekirinêî bi ser de hat sepandin.

Navborî di tevahiya pêvajoya dadgehkirinê de ji mafê parêzer bêpar bû û hukmê wî tenê li ser bingeha îtirafên bi zorê bi ser de hatiye sepandin. Birayê wî jî bi navê Îsmaîl Xanî ji ber vê dosyayê hatiye girtin û niha li girtîgeha Erdebîlê de ye.

Bidarvekirina Xulamreza, hejmara wan girtiyên ku ji meha Reşemeya 1404a rojî ve heta niha bi tohmeta siyasî û ewlehiyê li Îranê hatine sêdaredan, di dema kêmtir ji 70 rojan de gihîşt herî kêm 39 kesan.