Hevpeyvîn. Dr. Mecîd Heqî
Hevpeyvînkar. Sîmîn Rûhanîzade
1 - Bi nêrîna we, şerê di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de çi bandorek li ser hesta ewlehiya hindirî û hêviya civakî ya xelkê Îranê daniye? Civaka Îranê ya îro ji aliyê hindirî ve di çi rewşekê de ye?
Wek kesekî ku bûyerên Îranê dişopînim, ez bawerim ku aloziyên heyî û sîberek şer a di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de, civak xistiye di rewşeke "şûştina derûnî ya zêde û parvebûna pêkhatyî" de.
Ji nihêrîna min, rewşa şer mafê bingehîn ê mirovan ê ji bo jiyaneke ewle û biîstîqrar ji destê wan girtiye; "hêviya civakî" miriye û mirov ji bo jiyana xwe ya rojane di nav tirs û fikareke hebûnî de ne.
Lê xala kilît a ku divê neyê piştguhkirin, aliyê aborî û cudahiya sîstematîk a di navbera navend û herêman de ye. Sîbera şer qeyranên aborî girantir kirine, lê barê giran û piştşikên ê vê rewşê li ser milê neteweyên bindest û herêmên li dervayî navendê ne, wek Kurdistan, Belûçistan û El-Ahwazê. Cudahiya sîstematîk bûye sedem ku hejarî û bêkariyê li van herêman çend qatî ji navendê zêdetir be. Di rastiyê de, ev gel rûbirûyî zilmeke ducar bûne.
Bi kurtasî, civaka îro ya Îranê ji hundur de civakeke gelekî westayî, neyeksan û li ber teqînê ye, di bin çermê wê de, qelişînên kûr di navbera navend û neteweyên li derdorê de çêbûne.
2 - Di rewişa şer û gefên leşkerî de, givaşên aborî, qutbûna înternetê, bêkarî û ne ewlehbûna kar û zêdebûna rêjeya koçberiyê çi guhertinek di şêwaza jiyan û pêwendiyên civakî ya xelkê Îranê de çêkirine?
Em rûbirûyî diyardeya "derbasbûna ji civaka serfkar ber bi civaka li-ser-pêyan-manê bûne. Ev qas zextên ku li hev diqelibin, pêkhatên mezin ên jîngehî û derûnî yên mirovan di du qatan de guhartine:
Yekem: Pênasekirina nû ya şêwaza jiyanê di rewşa awarte de: Di qata şêwaza jiyanê de, zirara herî mezin "kurtbûnasoya plansaziyê" ye. Di şert û mercên ku gefên leşkerî û bêîstîqrariya aborî heye, plankirina ji bo pêşerojê cihê xwe dide neçariya jiyîna di wextê niha de. Mirov êdî ji bo 5 salên pêş de plansaziyê nakin, belku stratejiyên xwe bi rojane an heftane ava dikin.
Ji aliyê din ve, bi qutkirina înternetê û neewlehiya kar re, em dibînin ku kar nemaye. Înternet li Îranê êdî ne amûreke lîstik û wextbihorandinê ye, belku emraz û rêka debar û nan peydakirina xelkê ye, lewra jiyana malbatan gelekî dijwar kiriye.
Duyem: Şûştina sermayeya civakî û guhertina têkiliyan
Di qata têkiliyên civakî de, em rûbirûyî du diyardeyên dijber lê hemwext dibin: "Kesayetiya parasbûna manê" û "Hevgirtina giravî".
- Kesayetiya parasbûna manê: Ji ber kêmkirina çavkaniyan û neewlehiya giran, tixûbê taba derûnî ya civakê kêm bûye; encama vê yekê jî zêdebûna aloziyên navmalbatî, telaq û geşbûna bêbaweriya giştî ye di asta giştî ya civakê de.
- Hevgirtina giravî: Lê di xaleke din de, ji ber ku mirov hîs dikin piştgiriyên pergalî têrê nakin, ber bi avakirina peywendiyên kûrtir di nav komên piçûk û paralî de, mîna dostên nêzîk an torên piştgiriyê yên herêmî diçin, heta ku bikaribin barê van qeyranan bi hev re parve bikin.
Di dawiyê de, diyardeya koçberiya berfireh, Civak berdewam hîsa winda kirinê û ji bo kesên xwe yên nêzîk ên ku welat biterkînin, dijî.
Bi kurtî, van şert û mercan hiştiye ku civaka Îranê li ber xwe bide û berxwedaneke mezin (Resilience) nîşan bide, lê ev berxwedan li ser hesabê westandina giran a derûnî, îzolasyona civakî û kêmkirina kalîteya jiyana dîjîtal û fîzîkî bi dawî bûye.
3 - Bi nêrîna we, Rejîma Îranê çawa keşa şer û kirîzên derve ji bo kontrolkirina civakê, tepeserkirina dijberan û raya giştî bikar tîne?
Dema ku em li reftara hikûmeta Îranê di demên qeyranên derve an di bin sîbera şer de dinêrin, em modelekî dubarebûyî dibînin: "Navxweyîkirina qeyranên derve ji bo xurtkirina desthilatdariyê".
Hikûmet rewşa şer ne tenê wekî gefekê, belku wekî derfeteke zêrîn dizane ji bo pêşvebirina projeyên tepeseriyê bikar tîne.
Em dibînin ku tam di lûtheya qeyranên leşkerî de, amara îdamên siyasî gelekî bilind dibe. Dosyayên ku bi mehan an salan sekinandibûn, ji nişka ve di dadgehên rêjîmê de dikevin ber cîbicîkirinê.
Projeyeke din a ku di dema şer de dest pê dike, "paqijkirina pêşwext" e. Saziyên ewlehiyê bi vê gumanê ku çêbûna şer dibe ku bibe çirûskek ji bo xwenîşandanên nû yên seranserî dest bi girtineke berfireh û bikom dikin.
Yek ji amûrên herî berçav ên kontrolkirina civakê di vî heyamî de, televîzyon û medyayên fermî yên dewletê ne. Em rûbirûyî "mîlîtarîzekirina medyayî" dibin. Amadebûna fermandarên leşkerî bi kincên şer û çekan di studyoyên zindî yên televîzyonê de, weşandina berdewam a fîlmên senedî yên mûşekan û manovrên leşkerî, ne tenê peyamekê didin derve, muxatabê van bernameyan civaka navxweyî ye.
4 - Ji nêrîna civaknasiyê ve, domandina şer û rewşa ewlehiyê çi bandorekê li ser pêvajoya hilweşîna civakî, radîkalbûna civakê û egera destpêkirina xwenîşandanan di pêşerojê li Îranê dê bike?
Berdewamiya vê rewşê, di dema navîn û dirêj de, dînamîkên civakî yên di nav Îranê de ber bi aliyekî cihê tiresê ve dikişîne ku mirov dikare di sê qatan de şirove bike:
1. Lezandina pêvajoya hilweşîna civakî
Encama herî mezin a berdewamiya rewşa ewlehiyê û nîv-şerî, xerabûna "çirîska civakî" yan jî heman sermayeya civakî ye. Dema ku civak bi awayekî pûçker di nav qeyranên aborî û gefên leşkerî yên ji ber aloziyên herêmî de dimîne, diyardeya "etomîze bûnê" çêdibe.
Di vê rewşê de, mirov ji çîrokên mezin ên neteweyî û hevgirtinên sivîl bêhêvî dibin û dikişin nav qatên xwe yên taybet. Dema ku civak atomîze bû, saziyên navbeynkar mîna partî, sendîka û rêxistinên sivîl ji nav diçin û civak bingeha xwe ya exlaqî winda dike. Berdewamiya vê rewşê, Îranê rûbirûyî xetera diyardeya "civaka talanker"ve dibe.
2. Radîkalbûna neçar a civakê
Dema ku rêyên qanûnî yên xwenîşandanê girtî bin, girtinên bikom çêbin û îdam wekî amûrê serekî yê kontrolkirina civakê werin bikaranîn, zimanê diyalogê di navbera gel û desthilatê de bi temamî qut dibe. Wê demê, kerbê pendavxwarî şêwaza xwe diguhere. Civaka ku bi salan sivkayetî, hejartî û gefa şerê navxweyî ceribandiye, digihîje wê encamê ku guhertin bi rêyên aştiyane ne mumkin e. Di encamê de, reftara nifşên nû yên nerazî gelekî radîkal dibe.
3. Guhertina hûner û forma xwenîşandanên pêşerojê
Hinek kes difikirin ku afirandina tirs û xofê di medyayê de xwenîşandanên herdemî bêdeng dike; lê sotsyolojiya serhildanan nîşan dide ku ev rewş tenê dema çêbûna xwenîşandanê paş de dixe, lê di rû de, enerjiya wê ya teqînê çend qatî zêde dike.
Berdewamiya vê rewşê di rastiyê de civaka Îranê ber bi teqîneke mezin ve dibe, ku tê de îhtîmala derbasbûna aştiyane û demokratîk gelekî lawaz dibe û cihê xwe dide senaryoyên rûbirûbûna hişk û wêranker.
5 - Ev şer û siyaset û zêdexwaziyên rejîma Îranê çi bandorek li ser pêşeroja Zarokan û ciwanan, bi taybetî jinan, xwendekaran û çîna navîn li Îranê heye?
Dema ku welatek çavkaniyên xwe li şûna pêşveçûna navxweyî, perwerde û binesaziyê, di ber daxwazên leşkerî û şerê niyabetî de xerc dike, pêşeroja van çar koman tûşî qutbûnên kûr dibe:
Berdewamiya sîbera şer û neewlehiyê, berî her tiştî ewlehiya derûnî ya zarokan û pêşeroja ber çavên ciwanan xira dike.
Encama vê siyasetê, mehandina herî zêde ya jinan ber bi herêma dervayî aboriyê, zêdebûna rêjeya bêkariya jinên xwende, û binpêkirina mafên wan e. Tevî vê yekê, ev zext potansiyela protestoyî ya jinan kor nakin, belku wê dikin êşeke mayînde di laşê sîstemê de.
Zanîngeh li Îranê her dem çepera serekî ya aqilmendî û xwenîşandana sivîl bûye. Di şert û mercên şer û ewlehiyê de, projeya "leşkerîkirina zanîngehê" lezê digire. Girtinên bikom û pêşwext ên xwendekaran, karûbarê zanistî û rexnegirî yê zanîngehê xira dike.
Rêjîma Îranê bi lawazkirina qata navîn, leşkerîkirina zanîngehê, rûniştandina jinan li malê û bêhêvîkirina ciwanan, dibe ku di dema kurt de kursiya desthilata xwe biparêze, lê civakê ber bi rewşekî tevlîhev ve dibe. Civaka ku tê de elîtên wê diçin, qatên wê hejar dibin û zarokên wê bi tirsa şer mezin diben, di pêşerojê de dê rûbirûyî qeyrana şaristanî bibe; meger ku ev enerjiyên tepisandî, di zivirîneke dîrokî de, form û rêyeke cuda ji bo diyarkirina pêşeroja xwe hilbijêrin.