Nûnerên çendîn welatan li Şêwreya Mafên Mirovî ya Netewên Yekgirtî, bi piştgirêdan bi rapora Komîteya Serboxwe ya “Eşkerekirina Rastiyan”, tepeserkariyên rêjîma Îranê şermezar kirin û reftarên vê rêjîmê bi “tawan dijî mirovahoyê” binav kirin.
Li 63emîn civîna Şêwreya Mafên Mirovî li bajarê Jinêvê, dîplomatên Alman, Birîtaniya, Firanse, Îspaniya û Biljîkê li ser kuştina neraziyan, zarokan, îşkencekirin û bidarvekirinan li Îranê, huşdarî dan.
Nûnerê Alam ev rapor bi “bi sam” binav kir û daxwaza jêpirsîna bi lez kir û herwisa nigeraniya xwe li derheq zêdebûna tepeserkariyên derveyî sînor ên rêjîma Îranê bo ser rojnamevan û çalakvanan da xuya.
Nûnerê Biîtaniyayê jî pêla vê dawiyê ya tepeserkirinê bi bikujtirîn beş ji dîroka rêjîma Îranê binav kir û bikaranîna çekên kuştinê li hember xelkê û zarokan şermezar kir.
Nûnerên “Firanse û Biljîk”ê jî bîkaranîna bizanebûn û ne-hewcehiya hêza bikuj, îşkence, standina îtirafên bi zorê û bilindbûna rêjeya bidarvekirinan bi tawankariyên giran binav kirin.
Hevdem nûnerê Îspaniyayê daxwaz ji rêjîma Îranê kir ku bi lezgînî dawî bi girtinên xoserane, bêserûşûnkirina bi zorê ya xelkê û birêvebirina sizaya bidarvekirinê bîne.
Ji aliyê din ve nûnerê Ukraynê tekez kiriye ku belgeyên vê raporê diselimînin, tawan dijî mirovahiyê hatine kirin.
Nûnerên “Swîs, Ustraliya, Danmark û Yekîtiya Ewropa”yê daxwaza ragirtina tepeserkirin û dadgehîkirina tohmetlêdayiyan kir.
Komîteya Serbixwe ya “Eşkerekirina Rastiyan” tekez kiriye ku li komkirin û parastina belgeyên tawankariyên rêjîmê dê berdewam be da ku li paşerojê de li dema dadgehîkirina navnetewî ya berpirsên rêjîmê de bêne bikaranîn.