Mesûd Pizîşkiyan di demekê de ber bi Amerîkayê ve diçe ku beşdariyê di kûra giştî ya Neteweyên Yekgirtî bike, li gorî zaniyariyan, Amerîkayê vîza nedaye hejmarek ji endamên heyeta serkomarê Îranê, di nav wan de endamên tîma ragihandin û pêwendiyan.
Pizîşkiyan dê bibe bilindtirîn berpirsê Îranî ku ji destpêka şerê Rojhilata Navîn, piştî êrîşên Amerîka û Îsraîlê bo ser Îranê diçe nava axa Amerîkayê, lê ev serdan digel sînordariyên gekek zêde rûbirûne û ev sînordarî ji aliyê Amerîkayê ve bo wan hatine diyarkirin.
Li gorî bernameya kûra giştî ya Neteweyên Yekgirtî, Mesûd Pizîşkiyan roja çarşemî 1ê Rezberê, dê di civînê de biaxive. Civîn dê demjimêr 9ê sibehê bi dema Niyo Yorkê,5ê êvarê bi dema Tehranê dest pê bike.
Tiramp îro, sêşemî 31ê Xermananê, di roja yekem a kûra giştî de gotara xwe pêşkeş dike û Netanyaho, serokwezîrê Îsraîlê jî roja pêncşemî 2ê Xermananê dê gotarekê pêşkeş bike.