Hikûmeta Amerîkayê di hişyariyekê de ji welatiyên xwe daxwaz kir ku demûdest û bilez Îranê terik bikin û tekez kir ku bi ti sedemî serdana Îranê nekin.
Balyozxaneya Mecazî ya Amerîkayê li Tehranê di vê hişyariya ewlehiyê de ku 29ê Xermananê de ragihandiye, Welatiyên xwe agehdar kirine ku ji ber aloziyên li Rojhilata Navîn, rewşa ewlehiyê hîn jî tevlihev e û egera zêdebûna nediyar a aloziyan heye.
Di vê hişyariyê de ji Amerîkiyên li Rojhilata Navîn hatiye xwestin ku hişyartir bin û li hember egera betalkirina geştên esmanî, daxistina esman û astengiyên di rêwîtiyê de hişyar bin.
Beşek ji vê hişyariyê daxwaz ji Amerîkiyan dike ku agahiyên têkildarî çalakiya balafirxane û şîrketên esmanî ji Balafirxaneya Navneteweyî ya Tehranê bişopînin û rewşa geşta xwe rasterast ji şîrketa esmanî ya têkildar kontrol bikin.