Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şoreşa Jînayê, Serhildan li dijî dagirkar û gava bêveger ber bi rizgariya Kurdistanê ve

14:19 - 22 Îlon 2026

N. Eskender Ceiferî

 

Şoreşa Jînayê, hewldan ji bo rizgarbûna neteweya Kurd ji desthilatdarî û kolonyalîzma navendî ya rêjîma Îranî ye. Serhildana ku bi şehîdkirina Jîna Emînî li Kurdistanê dest pê kir, di kûrahîya ramana xwe ya siyasî de, çirûskek li dijî desthilata dîrokî ya rêjîma Îranê li ser erdnîgariya Kurdistanê bû. Vê serhildanê mask û perde ji rûyê hemû amûrên zordariyê rakir û pirsyar û mijara Kurdistanê ji derdorên siyaseta navendparêz anî navenda şerekî dije dagîrkar ji bo mafê diyarkirina çarenivîsê û rizgarîya netewî.

Desthilatdariya Kolonyalîzma Îranî û dagirkariya Kurdistanê, ji hev cuda nîn e. Rêjîma Îranê bi salan e ku bi sepandina modêla kolonyalîzma xwe, Kurdistan wek navçeyek bêparkirî di bin desthilatê de, ji çavkaniyên sirûştî, nasname, zimanê dayîkê û pêşketina siyaset û aborî bêpar kiriye. Dijayetî û qedexeyîya navên Kurdî, sepandina çanda zimanî ya navendê, talankirina dewlemendiyên sirûştî û leşkerîkirina hemû qadên jiyanê, nîşaneyên diyar ên dagirkeriya nerm ên rêjîma Îranî ne.

Şoreşa Jînayê rûbirûbûneke aşkere li dijî vê dagirkariyê bû. Rêjîma Îranê ne tenê wek hikûmeteke dîktator, belkî wek hêzeke kolonyal ku erdnîgariya Kurdistanê xistiye bin destê xwe, bi berxwedana gelêrî re rûbirû bû. Di vê şiroveyê de, zordariya sîstmatîk li dijî jinan û neteweyên ne-fars, faktorên ji hev cuda nîn in. Di rastî de ew amûrên bi hev ve girêdayî yên dezgeheke kolonyal in ku ji bo parastina yekîtiya bi darê zorê li ser hesabê stendina nasnameya neteweyên din tevdigere.

Di vê dîtingehê de, «Jin, Jiyan, Azadî», felsefeya rizgariya ji tepisandina cinsî û netewî ye. Ew drûşma, ku ji dilê tevgera rizgariya Kurdistanê derket, ji drûşmeke bi daxwazên sînordar wêdetir, felsefeyeke wekhevîxwaz û dije dagirkar pêşkêşî xelkê kir. Jina Kurd di vê şîroveyê de, di bin du zextên rêjîma dagirkar de ye û zordariya serdestiya bavsalariyê ji aliyekî ve û zordariya kolonyalîzma Îranî ji aliyê din ve, jina Kurd ku beşek ji neteweya Kurd e, difetisîne.

Rizgariya jinê di wêjeya Şoreşa Jînayê de, hevwateya rizgariya civaka Kurdistanê û di encamê de gaveke bingehîn ber bi xwetêkildarî û azadiya bêkêmasî ya civakê ye. Vê şoreşê karî bi rexneya navendparêziya îdêolojîk û bavikserekiyê, paşxana fikrî û pratîkî ya nûjen ji bo serxwebûna siyaset û çandî ya Kurdistanê berhev bike.

Têkçûna projeya netewesazîya bi darê zorê û rêjîma navendparêz jî, encameke vê şoreşê bû. Projeyên netewesazîya bi darê zorê ku ji aliyê rêjîma Îranê û desthilatdarên berê ve hatine meşandin, her dem bi berxwedana neteweya Kurd re rûbirû bûne. Şoreşa Jînayê nîşan da ku ev projeye piştî dehan salan ji sepandina zext, girtin û zordariyê, gihaştine karesat û astengiya bêdawî.

Hevgirtina ku di herikîna vê serhildanê de çê bû, xweradestkirinê nas nake. Lê belê ji rûbirûbûna giştî ya xelkê Kurdistanê li dijî rêjîmeke zordar hatiye holê. Kurdistan pişta xwe bi dîrok, xebat, rêxistina sivîl û xelkê têkoşer germ dike û giraniyek cuda dide xebat ji bo rizgariyê. Di vê şoreşê de hat xuyakirin ku serweriya netewî, hêla sor a Kurdan e.

Ezmûna dîrokî ya xebata Kurdan xuya kiriye ku navendparêzên Îranê nikarin piralîbûna rastîn û mafê diyarîkirina çarenîvîsa neteweyên ne-fars qebûl bikin. Heya ku erdnîgariya dagirkar neyê hilweşandin, guhertina desthilatan tenê dikare rengê hevkêşeyê biguherîne û dê zordariya netewî her bimîne. Wate eger dagirkar neyê hilweşandin, pirsgirêk nayên çareserkirin.

Ji ber vê yekê, salvegera Şoreşa Jînayê, nûkirina peymanê bi armanca wê şoreşê û rizgariya Kurdistanê re ye. Ew heman çareseriya bingehîn e ku dê bibe dawiya dîroka dagirkariyê, zordariya kulturî û cudakarîya aborî. Mafê diyarkirina çarenivîsê, xêr nîn e ku rêjîma navendê bide Kurdan, belkî mafekî xwezayî ye.

Şoreşa Jînayê sînorên siyaseta di navbera Kurdistanê û dezgeha kolonyal a rêjîma Îranê de ji bo hertim mayînde kir. Ev tevgera zindî, gavavêtina di rêyeke bêveger de ye ku xala vê ya dawiyê tiştekî din ji bilî rizgariyê nîn e û hewl dide Kurdistanê rizgar bike.