Li pey ragihandina Wezîrê Xezînedariyê yê Amerîkayê derbarê qedexekirina çalakiya kompaniyên balafirvaniyê yên Îranê li serastê cîhanê di rojên pêş de, Êraq û Gorcistanê jî piştî Tirkiyeyê ragihandin ku çona kompaniyên balafirvaniyê yên Îranê bo van welatan wê bê qedexekirin.
Du çavkaniyên hikûmetê yên Êraqî roja duşemê 21ê Îlonê ji ajansa nûçeyan a AFP re gotin ku Bexda di pey ragihandina Wezareta Xezînedariyê ya Amerîkayê de, geştên balafirên kompaniyên Îranî wê rawestîne.
Çavkaniyeke fermî ya Êraqî ji AFP re got ku Êraq "qedexekirina çalakiya kompaniyên balafirvaniyê yên Îranê li gorî biryara Wezareta Xezînedariyê ya Amerîkayê ji roja sêşemê (22yê Îlonê) ve wê bixe bare cîbicîkirinê." Wî zêde kir ku ew welatên ku vê biryarê cîbicî nekin, di bin bikevne bin xetereya dorpêçên Amerîka yê.