Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ji Seqizê û Rojhilatê Kurdistanê ve ber bi cîhanê, Peyama Jin, Jiyan, Azadî

14:15 - 22 Îlon 2026

N. Sefiye Xalidî

 

Di 16ê Îlona 2022an de, Jina Emînî ya 22 salî, piştî ku ji aliyê hêza bi navê "polîsên exlaq" ve li Tehranê hatibû girtin, jiyana xwe ji dest da. Bi vî awayî, Jina – jineke ciwan a Kurd ji bajarê Seqizê bû pêşeng û hêmana tevgerekê ku dengvedana wê sînorên Kurdistan û Îranê derbas kirin. Ji Kurdistanê dengê "Jin, Jiyan, Azadî" bilind bû. Tişta ku wekî bangeke nerazîbûnê dest pê kiribû, veguherî sembola têkoşîna ji bo rûmet, diyarkirina çarenûsê, wekhevî û azadiyê. Ev dirûşm li gelek deverên Îranê belav bû û ji aliyê mirovên ji pêkhateyên etnîkî û civakî yên cihêreng ve hate hembêzkirin.

Jîna Emînî ji bo kurdan xwedî girîngiyeke taybet e. Ew ne tenê jineke ciwan, lê herwisa kurdeke xelka Seqizê bû. Mirina wê di heman demê de gelek aliyên newekheviyê eşkere kirin: sînordariya li ser jinan, rewşa kêmîneyên etnîkî û tengkirina qada azadiyên kesane û siyasî. Dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" van mijaran bi hev ve girê dide. Ev dirûşm vê yekê tîne bîra me ku azadî ne tenê tê wateya derbirîna daxwazên siyasî, lê herwisa mafê jiyana li gorî nasname, ziman û çanda xwe û diyarkirina rêça jiyana xwe ye.

Bi taybetî ji bo civaka Kurd, ev tevger peyameke girîng dide: divê daxwaza azadî û wekheviyê di nava civaka xwe bi xwe de jî bi awayekî cidî were girtin. Ne bes e ku mirov ji bo Kurdistanê an jî ji bo civaka xwe daxwaza azadiyê bike, eger di heman demê de jin di nava malbat, civak an jî rêxistinên siyasî de xwedî derfet û mafên kêmtir bin. Divê wekheviya zayendî nebe mijareke duyemîn ku tenê piştî pêkhatina guhertina siyasî tê nirxandin ew di jiyana rojane de dest pê dike, di nava malbatê de, di pêvajoya mezinbûn û perwerdehiyê de, li dibistanê, li cihê kar, di têkiliyan de û di beşdariya siyasî de.

Ji mirina Jînayê ve, hişmendiya derbarê mafên jinan li Îranê de guherînek berbiçav derbas kiriye. Di heman demê de, rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî berdewam dikin ku zextên girîng li ser jin û keçan, bi taybetî di derbarê pêçandina mecbûrî de, rapor bikin. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî - di nav tedbîrên din de - girtin, dozên cezayî, desteserkirina wesayîtan, û sînordarkirinên li ser gihîştina perwerde û kar ji bo jinên ku van rêziknameyan binpê dikin belge kiriye. Jinên Kurd ên ku di warê siyasî û civakî de çalak in jî berdewam dikin ku bi xetereyên girîng re rû bi rû bimînin. Dozên çalakvanên Kurd ên wekî Pexşan Ezîzî û Verîşe Moradî nîşan didin ku jinên ku helwest digirin û dengê xwe bilind dikin dikarin bi encamên giran re rû bi rû bimînin.

Lewma, salvegera kuştina Jînayê divê ne tenê rojeke bîranînê, belku kêliyek be ji bo nirxandina kûr a li ser xwe. Divê Kurd ji xwe bipirsin ka dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" bi rastî ji bo civaka wan çi wateyê dide. Eger jin rûyê tevgereke azadiyê ne, divê ew di warê biryardanê, rêxistinên siyasî û avakirina pêşerojê de jî bi awayekî wekhev beşdar bibin. Divê dengê wan ne tenê dema ku ji bo xizmeta dozeke siyasî an neteweyî hewcedarî bi wan heye, were bihîstin. Jin ne tenê sembolên tevgerekê ne, ew aktorên serbixwe ne ku dixwazin û divê pêşeroja xwe diyar bikin.

Di heman demê de, girîng e ku ezmûnên cihêreng ên jinên Kurd werin xuyakirin. Dibe ku jineke Kurd di heman demê de rûbirûyî cudakariya li ser bingeha zayendê, dezavantajên etnîkî û zextên siyasî bibe. Tam ji ber vê yekê, divê azadiya wê neyê tengkirin û tenê bi aliyekî ve neyê sînordarkirin. "Jin, Jiyan, Azadî" tê wê wateyê ku divê rêz li rûmet û azadiya jinê were girtin, bêyî ku li pozîsyona wê ya siyasî, olî an civakî were nêrîn.

Ji ber vê yekê, divê Jîna Emînî ne tenê wekî sembola protestoyeke dîrokî were bibîranîn. Ew ciwanek, keçek, Kurdek û jinek bû ku xwediyê jiyan û hêviyên xwe yên taybet bû. Îro, navê wê bûye nîşana tevgereke ku têkiliya di navbera mafên jinan, rûmeta mirovî, azadî û nasnameyê de derxistiye pêş û eşkere kiriye. Ev yek berpirsiyariyeke taybet dêxe ser milê Kurdistanê: divê bîranîna Jinayê ne tenê di çalakiyên bibîranînê û dirûşmeyan de bijî. Divê ew di awayê rastîn ê muameleya li hember jinan, di çanda civakî û di pêkhateyên siyasî de jî xwe nîşan bide.

Dibe ku peyama herî girîng a "Jin, Jiyan, Azadî"yê ev be: heger nîvê civakê ne azad be, azadî nikare temam be. Pêşerojeke dadperwer ji bo Kurdistan û Îranê tenê wê demê dikare pêk were ku jin ne tenê wekî hilgirên sembol û kevneşopiyan, lê wekî mirovên xwedî maf, deng û bijardeyên xwe yên wekhev bên dîtin.

Jîna ji Seqizê hatibû, lê peyama wê li Kurdistanê sînordar nema. Ew veguherî bangekê ku dengê wê li derveyî sînorên etnîkî û erdnîgarî jî belav bû. Ji bo Kurdan, ew herwisa bîranînek e ku divê mirov hem li derve û hem jî li hundir parastina azadiyê bike, ne tenê li hemberî zilmê, belku li hemberî pêkhateyên baviksalar û newekheviyên nava civaka xwe jî.

Ji ber vê yekê, divê "Jin" ne tenê navekî ji rabirdûyê be. Mîrateya wê li her derê dijî ku jin dikarin derbarê jiyan, beden, perwerde, evîn, kar, ziman û dengê xwe yê siyasî de bi serê xwe biryarê bidin. Wateya kûrtir a dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" jî tam li wê derê ye.

Peyama ji bo nifşê ciwan ev e: Azadî, rûmet û dengê we, aîdî we ne, û pêşerojeke baştir li wê derê dest pê dike ku hûn bi biryardariya serbixwe, piştevaniyê û bêyî tirs, piştgiriya hev bikin.